Çend sal e kurdên bakur giş ji serokê partiyekê ra êdî dibêjin ”serokê giştî” yê filan partiyê. Li beşên Kurdistanê ên din kurd wiha nabêjin.
Kes ji Mesûd Barzanî ra, ji Bafil Talabanî ra, ji Evdila Ocalan ra nabêje ”serokê
giştî yê PDK´ê, yê YNK´ê, yê PKK´ê”…
Ji Mele Mistefa Barzanî ra, ji Evdirehman Qasimlo, ji Celal Talabanî ra negot "serokê giştî" yê PDK´ê û YNK´ê...
Ev şiklê nav berê di kurmancî da tunebû, nuh ketiye zimanê
me. Tercumeya ji tirkî ye. Hin nezanên me ji tirkî kopî kirine.
Ez dibêjim pêvekirina sifetê ”giştî” ne hewce ye, şaş e. Serok tenê têrê dike.
”Serokê giştî” tercumeya ji tirkî ye, tirk sifetê ”giştî” bi serok va dikin.
Tikan jî berê ”genel” pêva nedikirin, digotin serokê filan partiyê.
Dûra, piştî salên 1940-50´î ”genel” pêva kirin. Kurdan jî van salên dawî ji
tirkan kopî kirin. Bi tirkî dibe, lê bi kurdî nabe, ev hawe ne li gorî qalib û
kirasê kurdî ye.
Fikrê zimanzanan li ser vê meselê çi ye, gelo ew çi rast
dibînin, çi pêşniyar dikin?
Ez dibêjim serok, serokê filan partiyê têrê dike, ne hewceyî
pêvekirina sifetê ”giştî” ye.
Ma serokê ne yê tevayiya partiyê be, serokê nîvçe jî heye ?
Bi zimanên din ji serokê partiyan ra dibêjin ”serokê giştî”
ya na ez nizanim. Zimanzan dibê lê binêrin. Bi ya min bi kurmancî pêvekirina
sifetê "giştî" ne rast e, ne hewce ye.
Bi swêdî sifetê ”giştî” bi serok va nakin, dibêjin serokê
filan partiyê.
Omer Dilsoz li dijî vê dîtina min derketiye, gotiye ”serokê
giştî” rast e, wiha îzah kiriye:
”Di sistema rêxistinan de gelek serok hene; serokê komisyonan, serokê ciwanan û
hwd. Her hal ji ber wê yekê yek ji wan serokê tevan e, lewra wisa nav lê
kirine. Yanî mesele hinekî ji ber avaniya sistema wan e... eleqe bi tirkî û
tirkan tune.”
Ez ne bi vê dîtinê ra me. Eleqe bi tirkî heye, him jî tercumeya ji tirkî ye.
Yek serokê partiyekê be jixwe rêxistinên partiyê hemû otomatîkman girêdayî wî”wê
ne, hewceyî sifetekî îzahê nake.
Her partî, her komel serokê xwe heye. Kî serokê çi be ew nav tê gotin, ”giştî”
pê va nabe.
Ji serokê ciwanan ra meriv dibêje serokê ciwanan, ji yê komîsyonê ra meriv
dibêje serokê filan komîsyonê.
Ji seroka jinan ra meriv dibêje seroka komela jinan û hwd.
Yanî navdêra ”serokê giştî” ne ji ber rêxistinên girêdayî partiyan hene lema tê
gotin. Ev formeke tirkan ji xwe ra çêkirine.
Kurdan berê ji serokê tu partiyê ra negotine ”serokê giştî”, ev nav ev çend sal
in ketiye kurmanciya kurdên bakur.
Ji Qazî Mihemd ra, ji Mele Mistefa Barzanî ra, ji Celal talabanî ra, ji Seîd
Elçî ra, Dr. Şivan ra, ji Faîk Bûcak ra her kesî gotiye serokê filan partiyê,
kesî nedigotiye ”serokê giştî”, serokê giştî yê PDK,ê, serokê giştî yê YNK´ê û
hwdn.
Kes ji bo Mesûd Barzanî ra nabêje ”serokê giştî” yê PDK´ê”; ji Bafil Talabanî
ra nabêje, ”serokê giştî yê YNK´ê.
Serokê Amerîkayê donald Trump, serokê Partiya Cumhûrîyetçî ye. Joe Biden, serokê
Partiya Demokrat e. Meriv ji wan ra nabêje ”serokê giştî” yê filan partiyê….
Jamal Kazemî jî wiha gotiye:
Jamal Kazemî: Silav Apê Zinar di inglîzîda serokê giştî bi
vî kesî tê gotin ku çend serokê din bi destê serokê giştî da bixebitin bi
serokê partyan qet nabêjin serokê giştî u her wiha fransî de jî wisa ye
Nimune di kompaya toyota yê de sreokê beşa elektrîkê yan
sreokê beşa pirograma deng yan serokê beşa transmizonê
Ew serokane bi tewawî jêr destê sreokê giştî de dixebitin
Sipas
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar