08 december 2025

Tirk haziriya dagirkirina Kurdistana Rojava dikin


Dîroknasê pantirkîst û neyarê miletê kurd Îlber Ortayli di telewîzyona CNN Tirkê, di programa Hakan Çelîk da eşkere dibêje gerek Tirkiye tevahiya Kurdistana Rojava û Helebê dagir bike. 

Li gora wî heger Tirkiye Kurdistana Rojava dagir neke, ew der di bin destê kurdan da bimîne Tirkiye ewê nikanibe, Qirixanê, Enteqyê (Hatayê) û Edene jî biparêze.

Mêrik eşkere dibêje, gerek Tirkiye seranserê Kurdistana rojava û Helebê jî bigire, negire nabe. "Ji bona ewlehiya aboriya Tirkiyê gerek Kurdistana Rojava di bin destê tirkan da be..."

Dibêje, ”Bi mayinkirina 10 km erd em nikanin sanayîya Enadoliyê biparêzin. 

Heger em bakurê Sûriyê kontrol nekin Qirixan, Hatay, Çûkûrova nikane were parastin. 

Hemû hatina Tirkiyê ji wir tê. Heta ku em bakurê Sûriyê di destê xwe da nehêlin ev kar ewê nemeşe. 

Tu sed şahidan jî bînî tu nikanî Helebê Sûriyê bikî bajarekî Sûriyê. Ji ber ku Heleb di xerîtê da li wir e nayê maneya ew bajarekî Sûriyê ye. 

Heleb di tarîxê da kînga bûye Sûriye ku nuha Sûriye be? Ev wiha ye. Hûn nikanin Entabê, Rihayê li derî Helebê bifikirin, ew sencaxên Helebê ne. 

Dibê Tirkiye bi hawakî bakurê Sûriyê kontrol bike. Ev wiha ye.”


Îlber Ortayli
pispor û aqilmendekî dewletê ye, miheqeq dewletê biryara dagirkirina Kurdistana Rojava girtiye, ev keftarê faşîst bingeha êrîşî amade dike.
Heger ne derew be, tê gotin Tirkiyê do nîvê şevê gelek wasîteyên zirxî û sîlehên giran derbasî Kurdistana rojava kirin. Ev hereketa leşkerî ne belasebeb e. Dixwazin êrîşî kurdan bikin. 
Lê kane beşekî şerê psîkolojîk be, ji bo ku kurdan bitirsînin. 
Gelo Donald Trump destûra êrîşê daye ya na?
Heger destûr dabe ewê êrîş bikin. Çimkî HSD, PYD teslîm nabe, sîlehên xwe teslîm nake.
Tirk dibêjin heger hûn hêzên xwe yên leşkerî belav nekin, teslîm nebin emê êrîş bikin. Viya tim dibêjin. Hakan Fîdan do jî ev dîtina Tirkiyê dubare kir.
Şalê Amerîka, Fransa nehêle êrîşî kurdan bikin. Şer pir xerab e, kurd ewê perîşan bibin.
Emê çawa ji van tirkên neyarên serê me xelas bibin nizanim. 200 sal  e nahêlin em bibin xwedî dewlet, ne midaxeleyên wan bûna ji zû da me Kurdistana serbixwe ava kiribû. Tirkan nehîşt. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekê Kurdistana mezin çêbûbû, tirkan nehîştin, em kirin bindestên çar dewletan.

XXX


Tirk, bi têkiliya bi Evdila ra, bi sozên derewîn û bi gefan negihîştin armanca xwe, haziriya êrîşeke leşkerî dikin. Ji destpêkê da dibêjin ya HSD, PYD ewê teslîmî me bibin ya jî emê êrîş bikin.

Diyar e ev sewqîyata nîvê şevê haziriya êrîşeke leşkerî ye. Ya jî dixwazin bi vê riyê kurdan bitirsînin, şertên xwe, yanî teslîmîyetê bi wan bidin qebûlkirin.
Belkî jî vir e, şerê psîkolojîk e, dixwazin xelkê bitirsînin, bêhuzûriyê çêkin.

Ev milet bûye bela û ketiye deriyê me, ewê tu carî bela xwe ji me veneke...

XXX

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack jahr belav kiriye, kîn û jahra xwe ya li hemberî kurdan verşiya ye, piştgiriya Amerîkayê ya kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê rexne kiriye. Gotiye hebûna Kurdistana Başûr û Roja herêm bêîstîkrar kiriye, kiriye wek Balkanan.

Bêbav eşkere gotiye, gerek 15-20 milyon kurd li Sûriyê û li Îraqê nebin xwedî otonomî jî, gerek tim bindest bimînin.

Nabêje bindestiya kurdan, bêmafmayina kurdan bûye sebebê şer û bêîstîkrariya herêmê.

Dibêje heger kurd li Sûriyê bibin xwedî federasyon, Sûriye ewê bibe wek Balkanan. Segbav neyartiya xwe ya li hemberî kurdan baş eşkere kiriye

XXX

Tom Barrack dîsa xwe berdaye, vê carê zilamtiya xwe ya tirkan daye xuyakirin, gotiye:

”Tirkiyeya bi alîkariya Hamasê tê rexnekirin neteka nabênê, emê nuha ne li vê nuxta xwe ya îro bûna.”

Yanî gotiye Hamas di bin kontrola tirkiyê d aye, heger Tirkiyê ji Hamasê ra negote bisekine, agirbest çênedibû.

Bi vê gotina xwe Tom Barrack gotiye Hamas ji gotina Tirkiyê dernayê, Tirkiye çi bibêje Hamas wiya dike.

Çimkî Hamas bûye wek hêzeke Tirkiyê, li gorî dîrektîfên Tirkiyê hereket dike. Ji ber ku yê emrê Qetlîama 7´ê Cotmeha 2023´a da Tirkiye bû, helbet ew kane ji Hamasê ra bibêje êdî bes e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar