Wêranşara berê dora wê giş bexçe bûn, seha topê çîmen bû, bûye derya apartmanên beton.
Heta dawiya sala 1979´a li Wêranşarê apartmana Seydoyê Çuxranî tenê hebû. Belkî 4-5 qatî bû. Mala Seydo Çuxranî û mamûrên dihatin Wêranşarê tê da diman.
Ew jî pêşîya wê hatibû sewaxkirin, dawî û kêlek nehatibû sewaxkirin, fena ku di
înşiatê da be.
Nuha di vî rismî da min bala xwe dayê, nayên jimartin, bi hezaran apartman
lê bûne
Milet di hundur wan qutiyên
beton da dikele.
XXX
Yê guh nede te, qîmetê nede te, tu jî guh nedê, tu jî qîmetê
nedê.
Kî dibe bira bibe, tu kesî zêde mezin meke, hurmeta zêde ne
xweş e, dibe şalûzî.
Tu carî xwe biçûk nebîne. Ji bo hevaltiyê li ber kesî
negere. Rê ji dil diçe dil. Hezkirina yekalî ne rast e.
XXX
Bi axaftinên dirêj hevalê xwe, derdora xwe aciz meke. Hindik
bipeyive bira giraniyeke, cidîyeteke gotinên te hebe. Xwarina zêde zikê meriv
diêşîne, vexwarina zêde meriv serxweş dike, gotinên zêde însanan, kesên guhdar
aciz dike. Hindik rindik e, yê guhdar kêfxweş dike.
XXX
Ji do êvarî da ye li Stockholmê baranê venekiriye, ximîne wer dibare. Xwezî hinekî wê çûba Wêranşarê. Ji Wêranşarê ra baran nuha derman e, van rojan nebare xerab e. Her kes li hêviya baranê ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar