09 december 2025

Wext rêwîtiyeke mişt bîranînên xweş û ne xweş in


Wext pir muhîm e, pir giranbuhaye, dibê meriv wexta xwe vala û bi tiştê berradayî derbas neke. Wexta dihere cardin bi paş da nayê.

Wext weke dermanê her tiştî tê zanîn. Kedera, êşa wext kêm neke, birîna wext nekewîne tune ye.

Lê belê wek her dermanî, ev derman jî ewê kînga were xwarin ne em, ew tayin dike. Dibê em xwe întîbaqî wextê bikin. Wext li bende meriv nasekine.

Dibêjin wext rêwîtiyeke. Meriv kîjan riyê, kîjan rotayê hilbijêre dîmenê jiyanê li gorî wê tê guhertin û meriv derdixîne rêwîtiyeke mişt bîranîn.

Ji wan bîranînan hinekên wan wek xewnên xweş in, hinekên wan jî pir tirş û tahl in, bi êş in.

Pêşiyan gotine, wext ji wextê fedî nake. Mewsim (demsal)ji mewsimê fedî nake, kîjan tê wek xwe dike. 

Lema dibê meriv kar û haziriya xwe di wextê da bike, karê havînê nehêle zivistanê. Wext li bende meriv nasekine, piştî çû hew bi paş da tê.

XXX

Yê guh nede te, qîmetê nede te, tu jî guh nedê, tu jî qîmetê nedê.

Kî dibe bira bibe, tu kesî zêde mezin meke, hurmeta zêde ne xweş e, dibe şalûzî.

Tu carî xwe biçûk nebîne. Ji bo hevaltiyê li ber kesî negere. Rê ji dil diçe dil. Hezkirina yekalî ne rast e.

XXX

Dibê meriv comerdîya, çêyiya yekalî, ya yekî tim din dike qebûl neke.

Di hevaltiyê da comerdî,çêyî dibê ne yekalî be, miqabilî hev be.

Çêyî û comerdiya yekalî, ya hevalê te tim ji bo te dike, bibê nebê ewê zimanê te kin bike, te têxe binê minetê.

Dibê tu tim negrî, carnan bidî. Ji bo ku tu di bin minetê da nemînî, ji tiştê tu digrî zêdetir bide...

XXX

Wêranşara berê dora wê giş bexçe bûn, seha topê çîmen bû, bûye derya apartmanên beton.

Heta dawiya sala 1979´a li Wêranşarê apartmana Seydoyê Çuxranî tenê hebû. Belkî 4-5 qatî bû. Mala Seydo Çuxranî û mamûrên dihatin Wêranşarê tê da diman.

Ew jî pêşîya wê hatibû sewaxkirin, dawî û kêlek nehatibû sewaxkirin, fena ku di înşiatê da be.

Nuha di vî rismî da min bala xwe dayê, nayên jimartin, bi hezaran apartman lê bûne

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar