10 december 2025

Fotografekî ji me ra pir tiştan dibêje


Ev fotograf min 7 sal berê parve kiriye. Facebookê nuha anî bîra min. Fotografekî muhteşem e, carek din parve dikim. Dubare dîtina dayikek bi xîret, cefekar xweş e.

Jineke kurd geda wê li piştê li ber xwe dide, naxwaze dest li ber namerdan vegire. Bi şemsiyê zaroka xwe ji baranê diparêze.

Ew li ber sar û seqemê, baranê bi vî karê xwe yê bi rûmet serbilind e.

Ew dayikeka fedekar û bi xîret e, serê xwe tim bilind digre.


 XXX

Ji pêr da ye li Stockholmê û li warê min ê nuh Hanîngeyê baranê venekiriye. Dengê ximîna wê ji pacê û balkonê tê hundur. Salên berê di vê mehê da berf çongekê li erdê bû, îsal di Nobelê da jî emê berfê nebînin, ewê plûs çend derece be.
Gava Nobel(Jul), serê salê ne sipî boz be moralê swêdiyan xera dibe, JUL´a wan li wan diherime, jê kêf û zewqekê nagirin. JUL(Nobel), dibê di bin berfê da were pîrozkirin, gava wisa nabe moralê wan xera dibe, TOMTE naçe tu malê diyariyan li zarokan belav nake. Tomteyê rîsipî di berf û tozanê da, telîsê wî li piştê, mal bi mal digere û diyariyên zarokan belav dike.
Lê gava berf li erdê tunebe ew atmosfer çênabe, ew kêf û zewq bi însanan ra çênabe.
Min mesele bir dereke din, ez vegerim ser baranê. Li dengê baranê gudarî dikim û ji xwe ra dibêjim xwezî ev barana li Wêranşara min jî bibariya. Cotkaran çandiniyên xwe kirine, nuha dibê baran bibare.
Ez vêsê berî seet 06.00 şiyar bûm, lê ranebûm, min seet girt, min got ezê seeteke rakevim. Seet di heft û çarîkê da bi xwe hesîyam, min qahwa xwe ya sibê çêkir, xurîniya xwe kir û wek her sibe hatim ber kompîtora xwe.
Min hîn bala xwe nedeya tiştekî, hêvî dikim xeberên xweş bibînim.

XXX

Li bazareka Diyarbekrê vî xortê hêkfiroş sloganeka xweş dîtiye. Camrê him tacirekî jîr e, him jî ruhê kurdayetiyê pê ra heye. Lema reqlema hêkên xwe bi kurmancî kiriye, gotiye:

-Hêkên gir way li vir !

Gerek her kurd tîcareka xwe, bazara xwe, alvêra xwe, reqlama xwe bi kurdî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar