11 december 2025

Donald Trump: Min ji Erdogan berdana hin kesan xwest, wî jî berda

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya bi kovara Politico´yê ra dîsa qala dostiya xwe û serokê Tirkiyê erdogan kiriye, gotiye, dema gelşeke NATO´yê bi Erdogan ra çêdibe ew nikanin hel bikin.
”Ez bi wî ra dikevim têkiliyê, em zû çareser dikin. Min jê berdana hin kesan xwest, wî jî berda.”

Bi van gotinên xwe Donald Trump jî eşkere gotiye li Tirkiyê mahkime, qanûn filan bîvan tune ye, her tişt Erdogan e, ew berdana kê bixwaze mahkime berdide.

Camêr rast gotiye. Girtiyên kurd ên siyasî li ser daxwaza Erdogan êsîr hatine girtin, ew kîn ga bibbêje berdin, ewê berdin.
Yanî meriv kane bibêje li Tirkiyê dewlet-mewlet nemaye, her tişt ketiye bin destê Erdogan.
Li ser pirsa, ”bi ya te welatên dibê ne di NATO´yê da bin hene? Mesela Swêd?"
Trump gotiye:
”Bi ya min welatên ji bona NATO´yê hene. Ez nabêjim dibê ew ne endam bin. Bi ya min hebûna wan di NATO´yê da tiştekî baş e. Tirkiye ji vê ra numûneyeke.
Erdogan hevalê min e. Dema bi Erdogan ra gelşeke wan çêdibe, dixwazin ez bi wî ra bipeyivim. Çimkî nikanin bi wî ra bipeyivin. Erdogan gûzeke sert e. Welatekî xurt, artêşeke xurt ava kir. Lê di têkiliyên xwe da bi wî ra zahmetiyê dikşînin, dixwazin ez pê ra bipeyivim. Ez jî pê ra dikevim têliyê û em her tim hel dikin. Ez û ew meseleyan zû hel dikin.
Dozên bi salan ajotin hel kir, hin însan serbest berda. Min got dibê tu wan serbest berdî, wî jî berda.”
Min ev xeber ji malpera Nûpel Haberê girt

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar