Camêrekî gotiye (ne hewceye ez navê wî bibêjim), sê sal berê ji meleyekî Îdilîyê dostê PDK´ê pirsîye, gotiye,”mele, gunehê Dr.Şivan çi bû, ji bo çi we ew kuşt?”
Mele jê ra gotiye, ”ji ber ku ew şuî(komunîst bû), ew hebûya nuha em tunebûn.”
Dixwazim li ser vê meselê û li ser sebebê kuştina Dr. Şivan, Seîd Elçî û
hevalên wan dîtina xwe, baweriya xwe bibêjim.
Yanî Dr. Şivan ne ji bo ku komunîst bû hat kuştin. Ne jî ji
ber kuştina Seîd Elçî ew û herdu hevalên wî(Çeko, Brûsk) înfaz kirin. Ji bo ku Dr. Şivan li Kurdistana Bakur
hazriya şerekî çekdarî dikir lema hat înfazkirin. Sebebê esasî ev e.
Gava meriv kitêba Salahattin Alî Arik û Notên Necmetîn Buyukaya(Kalemîmden
Notlar) û kitêba Faris Medenî Marsîl, “Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet
Buluttekin-Çeko” dixwîne meriv vê rastiyê rehet dibîne.
Wek mmin li jor jî got, dema Dr. Şivan hat kuştin êdî ne
komunîst bû, ne jî çep bû, merivekî xalis muxlis, sedîsed nasyonalîst bû, heyranekî
Mele Mistefa Barzanî bû. Di partiya wî da hevalên wî yên mele, bawermend hebûn.
Ji bo Dr. Şivan ya muhîm kurdperwerî û antî kolonyalîzim bû; kesên çep jî,
dîndar jî kanîbûn bibin endamên partiya wî.
Yanî sebebê înfaza Dr. Şivan ne ji ber ku ew merivekî çep
bû, ne jî ji ber kuştina Seîd Elçî hat kuştin; ji bo ku dixwest li Kurdistana
Bakur dest bi şerekî çekdarî bike, haziriya vê dikir û ev yek jî bêhaya Mele
Mista Barzanî dikir.
Çimkî Mele Mistefa Barzanî nedixwest li Kurdistana Bakur
şerekî çekdarî dest pê bike. Nedixwest Tirkiyê bigire hemberî xwe.
Yanî ji bo ku Dr. Şivan dixwest li Kurdistana Bakur dest bi
şerekî çekdarî bike hat înfazkirin.
Mele Mistefa Barzanî nedixwest wê demê li Kurdistana Bakur
serîhildan çêbibe, şerekî çekdarî dest pê bike, tirkan jî bigire hemberî xwe.
Cara pêşî, şeva Dr. Şivan û Çeko Mele Mistefa Barzanî
dibînin, Mele Mistefa ji wan ra dibêje, nabêna wan û Tirkiyê baş e, ew naxwaze
li Kurdistana Tirkiyê şerê çekdarî çêbibe.
Ev agahî di kitêba Faris Medenî Marsîl, “Dildarê Doza
Kurdistanê, Hikmet Buluttekin-Çeko” da heye.
Dr. Şivan, ne tenê dixwest, ne tenê difikirî dest bi şerê
çekdarî bike, ji bo wê gav davêt, hazirîyeke cidî dikir. Ev yek jî bi dizî,
bêhaya PDK´ê dikir.
Bi qaçaxçiyên sîlehan ra bazariya kirîna bi hezaran keleşkof
dikir. Dr. Qasemlo jê ra bûbû alîkar. Li ser vê meselê di kitêba Necmedîn
Buyukkaya ”Kalemîmden Notlar” da agahiyên bi teferûat hene.
Merivên PDK´ê yên di kampa Dr. Şivan da, yên ji wan ra dibûn
pîbar ev haziriyên Dr. Şivan roj bi roj raporî partiyê dikirin.
Yanî Mele Mistefa pê hesiya Dr. Şivan bê haya wî dike li
Kurdistana Bakur dest bi şer bike. Ji bo vê haziriyên cidî dike. Ev haziriya
Dr. Şivan bû sebebê vê trajediya mezin.
Herdu Seîd jî şehîdên Kurdistanê ne, herduyan jî bi hurmet
bibîr tînim.
54 çar sal di ser şehadeta Dr. Şivan, Seîd Elçî, Çeko û Brûsk ra derbas bûye,
lê hîn jî cenazeyên wan teslîmî malbatên wan nekirine.
Bi baweriya min cenazeyên herdu Seîdan jî dan Tirkiyê, lema ne kanin cenazeyan bidin
malbatên wan, ne jî kanin rastiyê bibêjin.
Ji Notên Necmetîn Buyukkaya da meriv dibîne
Tirkiye di nava meselê da ye. Jixwe ne mimkûn e haya Tirkiyê ji girtin û
kuştina wan çênebûbe û midaxele nekiribe. Heger cenaze li ban wan bûna ne
mimkûn bû nedana malbatên wan. Tu sebebekî nedana wan tune ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar