12 december 2025

Komara zebaniyan dîsa li kurdan hatiye xezebê

Li Kurdistana Rojhilan(Îranê)meleyên faşîst dîsa zor dane girtina kurdan, dîsa li kurdan hatine xezebê. Li Urmiyê, li Mehabadê û Nexdeyê herî kêm 7 kes girtine.

Kurdên Kurdistana Rojhilat gişk di destê meleyên faşîst da êsîr in. Her cara gelşeke wan çêdibe dest bi girtin û îdama kurdan dikin.

Rejîmeke wiha barbar, ji hemû nirxên însanîyetê bêpar gerek li ruyê dinyayê tunebûya. Dibê navê vê rejîmê Komara Zebaniyan bûya.

Van meleyên faşîst di 46 salên hukimdariya xwe da bi hezaran kurd kuştin û îdam kirin. 

Li her çar perçên Kurdistanê heta kurd azad nebin, nebin xwedî dewlet benê sêdarê ewê tim di gewriya wan da be.

xxx

Elon Musk jî wek serokê Amerîkayê Donald Trump, Swêd rexne kiriye, gotiye, Swêd welatekî li ber mirinê ye.

Musk, di parvekirineke xwe ya platforma X´ê da gotiye, ”Swêd berê yek ji welatên dinyê yê herî ewle bû, lê nuha bi taybetî bajarê Malmo bi qasî Bexdayê tahlûke ye.”

Bi baweriya min mêrik rast gotiye. Lê ne Malmo tenê, gelek bajar û herêm wer bûne.

Swêda 50-60 sal berê ji zûda çûye rahmetê, bûye welatekî ne ewle, çete, qatil, diz lê didin lotika, hevdu gulebran dikin. Her roj dizî û şêlandinên wer dibin aqilê meriv disekine.

Heyfa vî welatî ket vî halê perîşan…

XXX

Rojnamevan Enver Aysever jî fena Fatîh Altayli şandine zinadê.

Li Tirkiyê bêyî malbata Erdogan, Devlet Bahçelî û zilamên wan, her kes di devê topê da ye, ewlehiya huqûqî ya tu kesî tune ye.

Gava yên wek Altayli, Aysever werin girtin, êdî ne hewce ye ez qala halê kurdan bikim.

Jiyana her kurdî girêdayî benekî xav e û ew benê xav jî di destê dewleta Erdogan-Bahçelî da ye. Êdî maye ew ûjdanên xwe.

Heta cepheya Erdogan-Bahçelî li ser hukim be rewş ewê her ev be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar