Xwezî edresên elektronîk, kod, mod û tiştên wek wan yek jî tunebûya, wek berê her kar bi qelemê hel bibûya.
Bîstek berê Outlookê ji min tiştek pirsî, got nizanim em ewlekariya edresa te
biparêzin ya na, min jî got qey xêra min dixwaze, tiştekî belaş, rûtînîye, min tikand, got erê.
Dûra e-maîla min
hat girtin, got nizanim te çi kiriye, lê te nîvçe hîştiye, dibê van bersîvan jî
bidî, van tiştan jî qebûl bikî.
Bû qirnî û ji min neqetiya. Ne însan e tu pê ra biepyive, programe, makîneye, dibê tiştê ji te dixwaze tu bikî. Û ez jî heq dernayêm...
Qeherîm, afir û kufur bûm, nahlet li vê teknîka gelek însan dîn û perîşan kiriye anî. Em bûne ji zarokan jî xerabtir...Ez dîn bûm. Xanimê got te dîsa çi xera kir? Xwe zêde neqeherîne, qey ewê çêbibe...Min dixwest bibêjim bavo min tu tişt nekiriye, min şaşiyek kiriye, dev ji min berdin, hesabê min vekin.
Lê program e, robot e, gotinê fêm nake, tim digot nebû, nizanim dibê gerek tu çi bikî...
Ez tam seet û nîvekê pê da ketim, min ge got, erê, ge got na, nizanim çawa bû, lê çêbû.
Xwezî ev teknîk û teknolojiya îro yek jî tunebûya, wek berê qelem, defter û kaxet hebûya, meriv her tişt, her karê xwe bi qelemê bikira. E-maîl, kod, jahr û zuqûmên din yek jî tunebûya.
Dinya zû guherî, kesên wek min ji heq bikaranîna van kod modan nayê, em ezabekî mezin dikşînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar