13 december 2025

Dîtinên Îsraîl li ser Ahmed el Şara

Dîtin û analîza Merkeza Lêkolînên Stratejîk a Îsraîl(ALMA) li ser Ahmed el Şara. Analîz û tespîtên li ser Ahmed el Şara(Culanî)da kirine bi min pir cidî hat. Ya din jî, ji Îsraîl bêtir me eleqedar dike. Lema min analîza ALMA di heqê Ahmed el Şara da kiriye wergerand kurmancî.

Gelo Ahmed el Şara ji bo ku ji nuh va bibe ”Culanî” stratejiya El Qaîdeyê praktîze dike?

-Îmaja Şara ya nerm, yek ji operasyonên psîkolojîk ya van salên dawî ya herî serkîtî ye.
-Nêzîkatiya Şara ya berbî Rojava ve, ambalaja doktorîna dîplomasîya ”sebra stratejîk” a El Qaîde ye.
-Culanî li Foruma Dohayê di heqê tarîxa xwe da ne poşmaniyek nîşan da, ne jî ji fikrên xwe yên berê veqetandineke îdeolojîk nîşan da. Belovacî wê, Rojava wek failê terorê yê esasî îşaret kir.

-Navguhertina Culanî, ne guhertineke îdeolojîk e, marqebûna cîhadê ya pakêtkirineke ji nuh va ye.
-Têkiliyên Şara bi Îsraîl û bi Amerîkayê ra daniye ne aştiye, hemleyên qezenckirina wextê ye.
-Pirsa esasî ne guherîn û neguherîna Şara ye, gelo ewê çiqasî kanibe xwe wek yekî hatibe guhertin nîşan bide?
-Retorîka Şara ya îro, tercumeya îdeolojiya El Qaîdê ya bi rengekî dîplomatîk e.
-Normalbûna dîplomatîk, destpêka qona pêşî ya muhendisîya meşrûbûna Culanî ye.

-Peymanên Şara hemû, di îdeolojiya El Qîdê da li gorî ”bi kafir ra tifaqa demkî” ye.
-Gotina Culanî ”ez ne terorîst im”, nivîsandina tarîxa cîhadîst a ji nyh va ye.
-Derengmayina xîlafetê ne guhertin û nermayayî ye, modela şoreşa El Qaîdê ya demdirêj e.
-Îstîkrara nuha li Sûriyê xuya dike, laboratuara El Qaîdê ya şoreşa bi qedeme ye.
-Temasên Culanî yên bi Rojava ra, lîstika stratejiya heta xurtbûnê ye.
-Peymanên ji bona Rojava aştî ye, ji bona Culanî bînvedana heta xurtbûnê ye.
-Culanî îro kane wek merivekî dewletê bipeyive, lê sibe dema şert guherîn hazir e vegere stratejiya xwe ya kevn.
Lîderê Rojava yê herî nerm, kane bibe projeya El Qaîdê ya herî serketî ya herî dirêj.

ALMA çi ye?

Alma merkezeke perwerdê û lêkolînê ye, ji bo lêkolîna pirsgirêkên ewlehiyê yên li ser sînorên bakurê Îsraîl û şiyarkirina raya giştî lêkolînan dike.

Alma
Research and education center

XXX

Ez nizanim me çi xerabî bi van rûsan kiriye ku hewqasî neyartiya me dikin?

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayêji Rûdawê ra gotiye:

”Divê Kurdistana Sûriyeyê vegere nav çarçoveya qanûnî, divê yekpareyiya Komara Erebî ´ya axa Sûriyeyê were parastin.”

Hey dîlbaza bêexlaq, Kurdistana Rojava kînga bûye erdê Komara Erebî û Sûriyê?

Tu çima welatê kurdan dikî erdê erebên dagirker?

Tu çima wek berdevka çete û terorîstên îslamî dipeyivî, welatê kurdan dikî erdê ereban?

Hûn merivên pîs û bêexlaq in, lema hûn piştgiriyê nadin kurdên mezlûm, dibin hevalên terorîst û çeteyên îslamî.

Pîs ji pîsan hez dike, mêşa gû li ser gû vedine...

XXX

Li Sûriyê, li nêzî Tedmûrê di êrîşeke Daîşê da 2 leşkerên amerîkî û tercumanê wan hatine kuştin û sê leşker jî birîndar in.

Ev êrîş jî nîşan dide li Sûriyê hîn jî gefa Daîşê mezin e, koka van terorîstan hîn baş nehatiye qelandin.

dibê ev êrîş ji wan ra nemîne, dibê bedelekî mezin bidin.

Bi baweriya min ev çete di nava hêzên Sûriyê da ne, ji wan alîkariyê digrin. Ez dibêjim bêyî alîkariya hêzên Sûriyê ew nikanin tiştekî wiha bikin.

Jixwe ez bawer nakim li Sûriyê Daîşeke derî HTŞ´ê û Colanî û Tirkiyê heye, êrîşên dixin hustuyê Daîşê ew bi xwe dikin, çeteyên wan bi navê Daîşê dikin. Ev êrîş jî miheqeq wiha ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar