Do li Sûriyeyê, nêzî bajarê Tedmûrê di êrîşeke çekdarî da2 leşker û tercumanekî emerîkî hatin kuştin. Gotin xwedêgiravî Daîşê êrîş kiriye.
Min çer xeber xwend, min got ”ez bawer nakim li Sûriyê Daîşeke derî HTŞ´ê, Colanî
û Tirkiyê heye, êrîşên dixin hustuyê Daîşê ew bi xwe dikin, çeteyên wan bi navê
Daîşê dikin. Ev êrîş jî miheqeq wiha ye.”
Derket ortê texmîna rast bûye, sê rayedarên herêmî ji ajansa Reutersê ra gotine”êrişkar endamê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bûye.”
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe yê Sûriyeyê Nûredîn El Baba
jî ji televîzyona fermî El-Îxbariyeyê ra gotiye, ”ew kes di nav hêzên
ewlekariyê da ne xwedî erkeke payebilind bûye.”
Wa ye berdevkê wezareta karên derve jî qebûl kiriye êrîşkar çeteyekî wan e.
Bi dîtina min li Sûriyê şexsên li dijî Colanî hene, lê wek hêzeke Daîşê bi
sîleh tune ye, yên li ser navê Daîşê êrîşî kurdan û Hêzên Hevpeyman dikin giş
di nava hêzên hukûmetê da ne û di bin kontrola Tirkiyê da ne.
Ji bo ku êrîşî kurdan û Hêzên Hevpeyman bikin Tirkiye û Colanî Daîşê naqedînin,
dixwazin bi navê wan tim êrîşên xwe bidomînin.
Siyasetmedarên ewrûpî, amerîkî ereban, tirkan baş nas nakin, di vî warî da pir saf in, zû dixapin.
Heger amerîkî û ewrûpî ne saf bûna ew bizanîbûna li Sûriyê Daîşeke derî kontrola Tirkiyê tune ye, çeteyên Tirkiyê û Colanî bi navê Daîşê êrîşî kurdan û Hêzên Hevpeyman dikin.
Tirkiye kînga bixwaze kane êrîşan rawestîne. Lê nake, heta tirkiye bi kurdan ra li hev neke, Daîşê li Sûriyê tim hebe û êrîşên xwe bidomîne; ew jî Tirkiye bi xwe ye...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar