27 november 2025

Tirkan berhem û mîratên medenîyetên din tim ji ortê rakirine

Tu milet bi qasî tirkan ne paşdamayî ye, ne irqçî û li hemberî xwezayê, berhemên tarîxî ne barbar e. Erdê tirk nuha li ser dijîn ji bo ku ne yê wan e, wan li ser wê axê tirştek ava nekirine, lema mîratên miletên din xera dikin, baraajan li ser çêdikin, ji bo ku şopa mmilet û kulturên din nemîne. Hesen Kêf ji bo wê bi temamî binav kirin. 

Li Kurdistanê û li Tirkiyê navên her derê guhertin, bi hezaran avahî xera kirin, bi zanetî terkî xera kirinê kirin.
Li Amedê taxa Sûrê bi hovane, bi bêûjdanî dan ber topan, xera kirin.
Kela Swêregê xera kirin. Bedena Wêranşarê xera kirin.

Bedena dora Wêranşarê di dema serîhildana Îbrahîm Paşayê Millî da xera kirin, qismê mabû jî neparastin, terkî xerabûnê kirin. Dora Wêranşarê bedeneke wek ya Amedê bû. Nuha tiştek jê nemaye.
Gelek derên bedena Amedê jî xera kirin û terkî wêranbûnê kirin. Li Wanê, li derên din jî eynî tişt kirin.
Ji ber ku ew ne ehlê vir in, avahiyên medenîyetên din ji ortê radikin, ji bo ku şopên miletên din şahidiyê ji mahciriyawan ra nekin. Gava ew wan avahiyan dibînin, wan navan dibihîzin diziya wan, dagirkeriya wan tê bîra wan û psîkolojiya wan xera dibe.
Gava meriv li welatên Ewrûpa digere, Tirkiyê û wan miqayese dike, dibîne bê tirk li hemberî eserên medenîyetên din çiqasî bêhurmet û barbar bûne. Ewrûpiyan yên xwe parastine, tirkan wêran kirine, nehîştine ji medenîyetên din tu şop, tu nav bimîne.

XXX

Li gorî Rûdawê li Kurdistana Başûr 3 milyon û 284 hezar û 668 kes NÊR in, 3 milyon û 234 hezar û 461 kes MÊ ne !

Yanî jin û mêr jî êdî wek heywîn bi nêr û mê ji hev digerin.

Rûdaw bi zimanê xwe rojê sosiretekê nîşanî med ide. Di vê xebera li ser jimartina nufûsa Îraqê û Kurdistanê da gotiye:

”Li gorî amarên serjimêriya giştî, nifûsa Herêma Kurdistanê gihiştiye 6 milyon û 519 hezar û 129 kesan.

Ji wan 3 milyon û 284 hezar û 668 kes (ji sedî 50,39) nêr û 3 milyon û 234 hezar û 461 kes (ji sedî 49,61) jî mê ne.”

Însan jî weke heywên, mêr kiriye NÊR, jin jî kiriye MÊ !

Însan çawa dibe dibe NÊR û MÊ?

Ma em heywan in?

XXX

Doh bi şev neyarên kurdan êrişî Qada Gaza Kormorê ya Çemçemalê kirine. Şewat hatiye vemirandin, lê zirar mezin e. Ji sedî 80´î elektirîka Herêma Kurdistanê qut bûye.

Dewletên dagirker, neyar kurdan rehet nahêlin û heta ji destê wan were ewê rehet nehêlin. Dibê hukûmeta Kurdistanê bi lez sîstema parastinê temîn bike. Dijminên me pir in, gerek em xwe li gorî vê realîteya heye biparêzin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar