Di 54 saliya şehadeta Dr. Şivan, Çeko, Brûsk bi hesret, bi hurmet bibîr tînim.
54 sal berê, di 26´ê mijdara 1971´ê da ev hersê canfîdayên
kurd û Kurdistanê Dr. Şivan, Brûsk û Çeko, li Kurdistana Başûr ji ber sûcekî
wan nekiribû, bi îthameke ne rast, bi îdîa wan Seîd Elçî kuştiye hatin gulebarankirin.
Hersê şehîdên kurd û Kurdistanê bi hezkirineke kûr bibîr tînim. Em wan tu carî
ji bîr nakin, ewê di dilê me da tim wek şehîdên miletê xwe bijîn.
54 sal di ser şehadeta wn û Seîd Elçî ra derbas bûye serok û berpirsiyarê PDK´ê hîn jî cenazeyên wan teslîmî malbatên wan nekirine.
Kurd çawa ji dewletê cenazayên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Bavê Tûjo û hevalên wan û yê Seyid Riza dixwazin dibê ji Medûd Barzanî jî eynî daxwazê bikin. Nedana cenazeyên wan zulm e, neheqiyeke mezin e. Dibê PDK di vî varî da îzaheke resmî, zelal bike. Cenazeyên Dr. Şivan, Çeko, Brûsk û Seîd Elçî li ku ne?
Dibê ev mesele bi vî hawî nemîne, miheqeq were helkirin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar