26 november 2025

Fêda tirsê ji mirinê ra tune ye

Rojnamevanê tirk Can Atakli bi dengekî lerzok, bi xemgîniyeke mezin, bi kesereke kûr gotiye li Rojavayê Kurdistanê kurd dewletekê ava dikin, yên me ji nedîva tên, dengê xwe nakin, lê temaşe dikin.

Can Atakli ne tirk e, ji çi miletî ye nizanim. Bavê wî mahcirekî Kafkasî ye. Bavê wî li Diyarbekrê mamoste bûye, Can Atakli li wê derê hatiye dinê.
Yanî ciyê jidayikbûna Can Atakli Diyarbekir e, lê ew merivekî xêrnexwaz û neyarekî Diyarbekrê û miletê kurd e.

Can Ataklî di axaftina xwe da tirsa dilê xwe wiha aniye zimên:

”Kurdistana Rojava ava dibe. Li bakurê Sûriyê dewleta Kurdistanê. Bi qasî ez fêm dikim, yên me nabêjin PKK êdî ne parvekar e, bira here wira, bira ava bikin. Ma hûn zarokan dixapînin, ya jî serê we qet naxebite!
Li wir ordiyeke 140 hezarî ava kirine. Amerîkayê di warê lojîstîk da her alîkarî daye wan, bi sîlehên super ew techîz kirine.

Li wir bingeheke kane dewletekê ava bike saz kirine. Banqeke wan a wek banqeya merkezî heye, ji zanîngehê bigire, heta bi dibistanan, merkezên tibî, rafîneyan her tiştên wan heye. Hûn kê dixapînin?”

Dewlet û cîrantiya Daîşê, el Qaîdeyê, ya celadên serîyan jêdikin, însanan saxsax bi kêf û zewq dişewitînin Can Atakli, tirkan nerehet nake, ji cîrantiya wan, ji dewleta wan aciz nabin, lê dewleta kesên dibistanan, zanîngehan ava dikin wan nerehet dike, ditirsîne.

Fêda tirsê ji ecelê(mirinê) ra tune ye, tirsa dilê tirkan nikane rê li ber çêbûna Kurdistana serbixwe, dewleta kurdî bigire. 

Ji bo wê jî baştir e tirk xwe zêde neêşînin, ezêb bi xwe nedin kişandin, Kurdistanê çê be, tirk jî ewê şahid û temaşevanên wê bin, Kurdistanê çê be...


Wek Eskerê Boyik jî gotiye:

-Ez zanim Kurdistanê çê be
Ez zanim Kurdistanê çê be
Îro be ya sibe be
Ez zanim Kurdistanê çê be.

Ez zanim Kurdistan çê be
Tavê qelema wê be
Çavê alemê lê be
Ez zanim Kurdistan çê be

XXX

Ferqa tirkan û japonan. Japon dibêjin:

Heger ne yê te be megre.

Heger ne dirist be meke.

Heger ne rast be mebêje.

Heger tu nizanî hus be.

Tirk dibêjin:

Yê hingiv digre tiliya xwe dialêse.

Malê dewletê dengiz e, yê nexwe kerîz e.

Li mala cîrên dikele, para me jî dikeve.

Tirî bixwe, li rez nepirse.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar