Kurd wek tirkan ji dereke din nehatine, ne mahcir in, ehl û xwediyê vê axê ne, bi hezaran sal in li Kurdistanê, li vê coxrafiyayê dijîn.
Di tarîxê da kurdan gelek caran xwestin dewleta xwe ava bikin, lê bi ser
neketin, tirkan, farisan û ereban tim zora wan birin.
Cara dawî piştî Şerî Cîhanê yê Yekê, di Peymana Sewrê da
soza dewleteke serbixwe dan kurdan.
Lê bi Peymana Sykes Picot a bi dizî ya di nabêna Fransa û Îngilistanê û Rûsyayê
da hat çêkirin û bi Peymana Lozanê bi kurdan ra bêbextî hat kirin, Kurdistan hat perçekirin, rê li ber
avakirina Kurdistana serbixwe hat girtin; kurd xistin bin destê çar dewletan.
Yanî serokên me daxwaza Kurdistaneka serbixwe eşkere, bi xurtî nekirine daxwaza xwe û ev yek ji dinyayê ra negotine. Tim xwestine bi dewletên dagirker ra, bi wan welatan ra bijîn
Lê dem hatiye, dibê serokên kurdan êdî dev ji siyaseta xwe ya berê berdin û wek serokên filistîniyan biwêribin eşkere dewleteke serbixwe bixwazin, ji dinyayê ra bibêjin mafê 50 milyon kurdî heye bibe xwedî dewleteke netewî.
Serokên kurdan yên her çar perçeyên Kurdistanê gerek êdî ji dostên xwe yên dinyayê ra, ji Neteweyên Yekbûyî ra, ji Yekîtiya Ewrûpayê ra bibêjin dibê hûn piştgiriya serxwebûna me bikin.
Ne şert e Kurdistana mezin, yekbûyî bi derbekê da çêbibe, bira çar Kurdistan çêbibin.
23 dewletên ereban hene. Bira yên me çar bin.
Li Îraqê, li Sûriyê şert û bingeha vê heye, dibê çavê me li avabûna dewletan be û vê daxwaza xwe êdî vekirî bibêjin.
XXX
Serokê Konseya Elewîyên Sûriyê Şêx Xezal Xezal ji elewîyên
Laziqiyê, Tertûsê, Himsê, Hemayê û Şamê xwest dakevin meydanan, federalîzmê
bixwazin.
Li Sûriyê elewî, durzî, nuseyrî, xiristiyan, suryanî, yanî
kî federalîzmê, ji bona xwe çi heqî bixwaze ji bo me jî baş e, dibin mitefikên
me, em ji tenêtiyê xelas dibin.
Li Sûriyê bêyî sîstemeke federal tu riyeke din nikane aramiyê bîne Sûriyê. Gerek serok û berpirsiyarên kurd li gorî vê rastiyê hereket bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar