Navên endamên komîsyona ewê here Îmraliyê ba Evdila Ocalan hevdîtinê bike diyar bû.
Ji AKP´ê parlamenterê AKP´ê yê Hatayê Huseyîn Yayman, ji
MHP´ê parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz, ji DEM Partiyê parlamentera Qersê
Gulistan Kiliç Koçyîgît ewê herin Îmralayê bi Ocalan ra hevdîtinê bikin.
Ez meraq dikim, hukûmet li pê çi ye, ji Evdila Ocalan çi dixwaze û Ocalan ewê ji
heyetê ra çi bibêje?
Yên kanin qanûnan biguherin, yên kanin mafên kurdan bidin, yên kanin êsîrên di zindanan da berdin, yên kanin ji Kurdistana Başûr û Rojava vekkşin tirik in, dewleta tirk e.
Gerek heyet ji Erdogan û Bahçelî bipirse, bibêje armanca we çi ye, hûn
dixwazin çi bikin, çi bidin kurdan?
Ocalan PKK fesh kir, dawî li şer anî. Hûn hîn li dû çi ne, hûn dixwazin Ocalan hîn çi bike?
XXX
Wer xuya dike di mesela HSD´ê û Kurdistana Rojava da Erdogan û Bahçelî hatine ber ben, teslîm bûne, li Sûriyê sîstema federal qebûl kirine. Amerîkayê vê carê bi kurdan ra bêbextî nekir.
Sipas Amerîka!
Sipas ji wan kesên dev ji piştgiriya kurdan bernedan, nehîştin
Donald Trump bêbextiyeke din bi kurdan ra bike; tirk êrîşî kurdan bikin.
Roja tirk bela xwe ji me vekin di demeke kin da emê dewleta xwe ava bikin. 100 sal e tirkan nehîştiye em azad bibin, bibin xwedî dewleteke netewî.
Hêdî hêdî cî li wan tenf dibe, êdî nikanin rê li ber xelasiya me bigirin.
Çimkî sîstema sosyalîst têk çû, êdî Amerîka, Rojava wek berê piştgiriyê
nadin siyaseta Tirkiyê ya înkara kurdan.
Em gav bi gav nêzî Kurdistana serbixwe dibin. Hêvî dikim ez
wê rojê bibînim.
Umrê min hinekî zêde ye, lê ezê li xwe miqatebim ji bo ku Kurdistana serbixwe bibînim û bibim xwediyê PASAPORTA KURDISTANê !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar