24 november 2025

Zû bibêje firên li ku ye?

Yekî mînîbûseke Peugeot (Pejo) kirîbû û dest bi xebatê, bi birin û anîna rêwiyan kiribû. Mînîbûs tije rêwî bûn, her ku diçû sureta wê zêde dibû, minîbûs difiriya.

Rêwîyekî gotiye:
-Kaptan, tu yê qezayekê bikî, li derekê xînî, hêdî bajo.
-Şufêr pirsîye:
-Tu ji Pejoyê fêm dikî?

Rêwî gotiye:

-Na.
Şufêr:
-Wê demê dengê xwe meke.
Sureta mînîbûsê kêm nabûye, her ku çûye zêde bûye. Rêwîyekî din gotiye:
-Xortê delal, ez nexweş im, hinekî hêdê bajo !
Şufêr:
-Tu ji Pejoyê fêm dikî?
Mêrik gotiye:
-Na wele jê fêm nakim.
Şufêr:
-Wê demê dengê xwe meke !
Bîstek derbas bûye, vê carê jinek deng li şufêr kiriye, gotiye:
-Law te xêr e, hêdî bajo, ez ducanî me(bihalkî me), zarokê ji be min here !
Şufêr:
-Tu ji Pejoyê fêm dikî?
Jinik gotiye:
-Na.
Ji dawiyê xortek qîriya ye, bi hêrs gotiye:
-Birayê ezîz, hêdî bajo, tu yê erebê li derekê xînî, me gişan bikujî!
Şufêr dîsa pirsîye:
-Tu ji Pejoyê fêm dikî?
Xort gotiye:
-Erê law ez jê fêm dikim, çima tu tim vê pirsê dikî?
-Şufêr gotiye:
-Wê demê zû bibêje, wîtêz çawa tê guhertin, firêna vê bêxwediyê li ku ye?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar