28 december 2025

Ewrûpa hêdî hêdî dibe parzemîna ne ewle û warê çeteyan

Şaredarê-serokê belediya Londonê Sadiq Khanê pakîstanî wek bajarekî ne ewle, pir talûke, nîşan daye, gotiye:

”Tu kes wek Londonê şeva sersalê pîroz nake. Ji seetê carê bûyereke tecawizê rû dide, ji şeş deqa carê yek tê kêrkirin û ji sê deqa carê jî telefonek tê dizîn.”

Bi texmîna min London tenê ne wiha ye, gelek bajarên Ewrûpayê di vê rewşê da ne. Parîs, Stockholm ji Londonê ne ewletir e. 

Berlîn, Bruksel, Stockholm, Malmo, Amsterdam ji Londonê ne ewletir in.
Fransayê, Îngilistanê, Belçîkayê, Swêd ji xwe malik li xwe viritandine.

Li Fransayê bajarên wek Bradford û Marseille, Parîs bûne bajarên çeteyan û kela krîmînaliyê. London ji xwe bûye

Hêzên îslamî li gelek bajaran koloniyên xwe ava kirine, însanên wan welatan, heta pûlis jî bi rehetî nikanin herin wan deran. Êdî ew li gorî şerîetê xwe îdare dikin.
Rojên îniyan bi hezaran dadikevin nava bajaran û li orta riyan nimêjê dikin; yanî dibêjin em we, qanûnên w enas nas nakin, me ev bajar, ev welat dagir kiriye, dilê me çawa bixwaze emê wer bikin. 

Pûlis jî li wan temaşe dikin, nobet awan digrin.
Li orta bajaran bi hoperlorê azanê û Quranê dixwînin.
Yanî Ewrûpa Rojava di bin gefeke îslamî ya pir mezin da ye. Tirsa min ew e bûyerên mezin biqewimin.
Yanî jiyana me û zarokên me ne di ewlehiyê da ye.
Her dera hêzên îslamî lê xurt bibin jiyana yahûdiyan û kurdan dikeve bin xetereke mezin. Çimkî tu milet û tu welatekî misilman ned ost û xêrxwzê kurda ye. Û di ser da dewlet ame jî tune ye di rewşên xerab da me biparêze. 
Li gelek bajarên Ewrûpayê bi şev derketina derve ne ewle ye.

Mesela Swêd li bakurê Ewrûpayê welatê herî pir sûcên polîsîye lê dibin. Li Stockholmê jin newêrin bi şev tenê herin çarşiyê.

Her bajarê Kurdistana Bakur û Başûr sed qatî ji Stockholmê ewletir e.

XXX

Elewî li Sûriyê, bajarên li Tertûsê, Hamayê, Himsê û Laziqiyeyê daketin meydana û daxwaza federasyonê û parastina navnetewî kirin...

Durzî jî eynî tiştî dixwazin. Daxwazeke di cî da ye. Daxwaza kurdan jî gerek ev be. Piştî ku ereb bibêjin em federasyonê dixwazin, gerek kurd tiştekî ji viya kêmtir nexwazin.

Heger Sûriye nebe dewleteke federal û hêzên navnetewî nebin garantor, erebên sunî ewê qetlîamên Daîşê dubare bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar