Carnan di medyaya sosyal da bi ber çavên min dikeve, hin kes
dibêjin, efendim filan kes ne tirk e, mahcir e, lê dîsa jî tirkçîtiyê û dijminatiya me dike.
Efendim yên dijminatiya kurdan
dikin ne tirk in, mahcirên kafkasî û balkanî ne, filan û bîvan…
Rast e, mahcir in, pêsekiniyên tirkan e, lê bûne tirk. Di dijminatiya me da kara wan heye, pê bilind û muteber dibin, zengîn dibin.
Heyran, tirk, ne tirk ferq nake, piştî ku yekî xwe tirk hesiband û neyartiya me kir, bi eslê xwe tirk e, ne tirk e ferq nake.
Pîvaz çi sor, çi sipî, her pîvaz e.
Piştî ku neyartiya me kirin, bi eslê xwe tirk bin, ne
tirk bin ferq nake, tu feydeyê nagihîne me.
Ji bo me ya muhîm ne eslê wan, karên wan e, fikrên
wan e, dijminatî û dostiya wan e…
Ma qey yên bi eslê xwe tirk in ji mahciran baştir in?
Na, giş xerabên, pîsên ji hev xerabtir in. Ji sedî yekê tirkan jî naxwaze kurd li tu beşekî Kurdistanê azad bibin, wek faris, ereb û tirkan bibin xwedî dewlet.
Tirk, gava navê Kurdistanê û kurdan dibihîzin agir dikeve wan, xurî dikeve wan, fena
mahr bi wan vede vediciniqin.
Rast, çep, mihafezekar, sosyaldemokrat, dîndar, lîberal wek hêzên li dijî hev xuya bikin jî, di mesela kurd û Kurdistanê da giş li dijî serxwebûna kurdan in.
Hakan Fîdan kurd e, ma şîrheram qey ji tirkan baştir e?
Hakan Fîdan ji bo ku yekî sedîsed û hinekî jî zêde neyarê qewmê xwe ye, lema
tirkan ew kirine wezîrê karên derve yê Tirkiyê.
Mahciran, heramzadeyan nas bikin, bêesliya wan ji wan ra bikin serhevde, lê ji
neyartiya wan a bi me ra gazinan nekin
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar