27 december 2025

Li Ewrûpayê yên di devê topê da kurd in

Min di medyaya sosyal da xwend, îmamekî pakîstanî 30 sal e li Îtalyayê dijî, gotiye, ”Gerek misilman li hemberî kafiran şer bikin. Eksê wê felaket e, kes nikane rê li ber vê felaketê bigire.”

Piştî van gotinên îmamê pakîstanî bi rojekê, seroka Îtalyayê Giorgia Melonî emrê dersînorkirina îmam daye.

Xeber rast e, ne rast e ez baş nizanim. Lê gotinên wiha, beyanên wiha ji devê îslamîstan ez her roj dibihîzim, dixwînim.

Li gorî termînolojiya Îslamê, kafir miletên xiristiyan in, kesên ne misilman in, kesên ataîst in, kesên Hz. Mihemed wek Pêxember, Quranê û şertên Îslamê qebûl nakin kafir in; şerê li hemberî wan şert e. Navê vî şerî jî cîhad e. El Qaîde, Daîş, Îxwan, Hizbullah, Hammas û bi sedan hêzên wek wan şevanên vê cîhadê ne.

Esas problem, şaşî ne ya vî îmamî tenê ye, di Quranê da jî însan wek kafir û mumîn ji hev tên cudakirin. Quran jî dibêje li dijî kafiran şer bikin.

Li Ewrûpayê bi hezaran îmam û îslamîstên wiha hene, bi kirin û beyanên xwe agirê şerekî di nabêna misilmanan, biyaniyan û miletên ewrûpî da gur dikin.
Hêzên îslamîst li Ewrûpayê gelek tiştên, gelek karên dibin sebebê zêdebûna dijminatiya li dijî xerîban dikin.
Hêzên îslamîst, misilman li her welat û bajarê Ewrûpa Rojava, li Emerîkayê, li Qenedayê, li Awisturalyayê êrîşê yahûdiyan dikin, jiyan li yahûdiyan kirine zindan. Ev yek dibe sebebê zêdebûna dijminatiya li dijmî misilmanan.
Li Ewrûpa Rojava rewş pir kirîtîk e, ji ber zêdebûna koçberan dijminatiya li dijî xerîban, li dijî misilmanan roj bi roj gurrtir û berfirehtir dibe, Ewrûpa Rojava bûye wek bombeyeke li ber teqînê.
Li Ewrûpa Rojava zemîna, îhtîmala bûyerên mezin biqewimin pir e.

Ez tim dibêjim, li Ewrûpayê rewşa herî xerab ya kurda ye. Çimkî kurd miletekî bêdewlet e. Sibe bûyerên mezin biqewimin, tirk, ereb, faris, afrîqî, bi kurtî dewleta her miletî heye, însan kanin vegerin welatê xwe.
Tenê em kurd bêxwedî, bêkes in. Emê ku da herin, kî yê zarokên me biparêze?
Li Ewrûpayê îslamîst xurt bibin jî ji me kurdan ra xerab e, rasîst, hêzên li dijî xerîban xurt bibin jî ji me ra xerab e. 
Li Tirkiyê, li Îranê, li Îraqê û Sûriyê misilman çi bin, li Ewrûpayê jî eynî jahr in, li wir çi tînin serê me, li Ewrûpayê jî ewê eynî tiştî bînin serê me.
Ji bo me kurdan ewrûpiyên herî xerab ji tirk, ereb, faris û misilmanan çêtir in, kêm talûketir in.

Çimkî kurd miletekî bêkes e, kesê me biparêze tune ye, welatê me di bin dagirkeriyê da ye, gelekên me nikaninvegerin wir jî.
Yanî li Ewrûpayê rewşa me kurdan ji ya her kesî, ji ya her miletî xerabtir e. Li Ewrûpayê yên di devê topê da em kurd in.

Sebebê li Ewrûpayê rewş wiha bûye koça zêde û kirinên, cînayetên misilmanan e. Koça zêde û kirinên misilmanan dijminatiya li dijî xerîban aniye rewşeke pir talûke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar