Îsal li Swêd 250 saliya jiyana cihûyan hat pîrozkirin. Li gel vê tarîxa cihûyan ya dirêj, ya 250 salî li Swêd, ciwanên cihû, civata wan di nav tirs û xofê da dijîn.
Li Swêd bi zêdebûna ereb û misilmanan ra rewşa cihûyan (yahûdiyan) roj bi roj
xerabtir dibe. Cihûyên Swêd ji tirsa ereban xwe eşkere nakin, ji Swêd
direvin. Rewşa wan ji ya kurdên metropolên Tirkiyê gelkî xerabtir e.
Bi taybetî jî ciwanên cihû di nava tirs û xofeke mezin da dijîn, ji tirsa ereb
û misilmanan newêrin nasnameya xwe eşkere bikin, newêrin bibêjin em cihû ne.
Di bin parastina pûlis û
bekçiyan da diherin sînanogên xwe. Pûlis ji tirsa sabotajan li ber sînanogan
nobetê digrin.
Misilmanan di nava 30-40 sayalî da li Swêd yahûdî paqij kirin, piştî du nifşên
din dor ewê were ser kurdan.
Ereb, tirk, faris, azerî, tirkmen û hevalên wan ewê bixwazin eynî tiştî bînin
serê kurdan jî.
Hêvî dikim di demek nêz da em û ereb û tirk gelşa nabêna xwe hel bikin. Bi
taybetî tirk bela xwe ji me vekin û mafê me bidin.
Heger em û tirk li hev bikin, li Îraqê û Sûriyê kurd ewê kanibin bi rehetî
veqetin û serxwebûna xwe îlan bikin.
Yê nahêle kurd li Îraqê û Sûriyê serxwebûna xwe îlan bikin ne Îraq û Sûriye ye,
tirk in, tirk nahêlin.
Tirk ne tenê dibêjin ”em perçebûna Tirkiyê qebûl nakin”, bûne bekçiyên
parastina Sûriyê û Îraqê jî, dibêjin em qebûl nakin li Îraqê û Sûriyê jî kurd
veqetin.
Lema gelşa me ya herî mezin bi tirkan ra ye, heger em û wan li hev bikin,
kurdên Kurdistana Başûr û Rojava jî ewê di demeke kin ji Îraqê û Sûriyê
veqetin, serxwebûna xwe îlan bikin.
Lê heger em bi tirkan ra li hev nekin, li tu derê ewê rehetiyê nedin me; heta
li Ewrûpayê jî. Statuya Kurdistana Rojava jî di talûkê da ye.
Bi kinî, heta dewleteke me kurdan çênebe emê tim werin pelixanidin, tirk, ereb
û faris ewê tim li ser pişta me bin.
🌅
SvaraRaderaHêvî dikim wiha be, roj li me hilê, em ji bin vê bindestiyê xelas bibin...
Radera