Keçikeka bi navê ”Beroo/Bêro)” di Facebookê, di platforma Tîk Tokê da vîdeoyên pir xweş çêdike. Kurmanciya wê mikemel e, pir xweş e, wek gezo şîrîn e. Ez bawer dikim serhedî ye, kurmancîya wê dişibe ya serhedîyan.
Yeka pir zîrek e, pir profesyonel e. Bi dîtina min komedîyeneke pir mezin e. Stand-upan çêdike, çênake ez nizanim. Ev demeke di Facebookê da rastî vîdeoyên wê têm. Bi kêfxweşî li gişan temaşe dikim.
Dema hin kes bi şiroveyên xwe wê nerehet dikin, bela xwe tê didin, diqehere, xeberên, çêrên pir xweş dide. Navnîçokên, teşbîhên wer xweş bi kar tîne meriv ji ken zikopişt dibe, dibe heyran.Lê tirkî tevî kurmaniya xwe dike, geh kurmancî, geh tirkî dipeyive. Xwezî wer nekira, Tîk tokên wê tenê bi kurmancî bûna.
Do bi şev di binê vîdeoyeke wê da min ev pêşniyara jê ra kir:
”Beroo xanima
giranbiha, tu keçeka pir jîr û hosteya mîzahê yî.
Mîzaha te, henekên te yên bi kurmancî muhteşm e. Xeberên(çêrên) te pir xweş in,bêemsal in.
Lê dema tu wê tirkiya ne xweş tev mîzaha xwe dikî mîzaha te diherime. Tirkî bi
te nakeve, henekên te xera dibe.
Dibê tu ji bin da dev ji gotinên tirkî berdî, tenê bi kurmancî bipeyivî.
Stand-upê te ewê muhteşm bin.
Bi hêvîya tu dev ji tirkî berdî.”


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar