Di jiyanê da ji hin kesan ra li hev tê, şansê wan lêdixe, ji hin kesan ra jî li hev nayê, çep digere, yeka wan nabe dudu, dikin nakin, nikanin pişta xwe rast bikin.
Ne ji bo ferdan tenê, ji bo hin miletan jî wiha ye, qedera wan jî xerab geriya ye, carê likumîne, carê ketine
bindestiyê, çi dikin, çiqasî li ber xwe didin jî nikanin rabin ser xwe, nikanin ji bin zulmê, ji bin bindestiyê xelas
bibin.
Ji wan miletan yek jî em kurd in. Ev jî bêşansiya me ye. Qederê bi me ra bîbextî, namerdî, pûştî kiriye.
Ereb, faris, tirk dibêjin, gerek hûn kurd tu carî nebin xwedî dewlet, gerek hûn tim di bin destên me da bin.
Em pir xerab ketine, welatê me bûye çar perçe. Çar dewlet,
sê miletên zebelih, bêûjdan, ji demokarsiyê ji bin da bêpar ketine ser dilê me,
em fetisandine. Herçar jî dibêjin gerek Kurdistan çênebe.
Dewletek ba me bi rehetî kanîbû zora wê bibira, lê çar dewlet in, zefta me lê
nayê.
Lê zû dereng emê zora wan bibin û Kurdistanê çêbe, îro be ya sibe be, Kurdistanê
miheqeq çêbe.
Me hemû rê, hemû alternatîfên çareseriyê ceribandin, yekê jî pere nekir. Çare,
dibê em kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe, bêyî viya tu rê, tu alternatîf
nikane rehetiyê, azadiyê bide me.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar