31 december 2025

75 sal bû wek xewneke derewîn


Erê, erê, salek din jî ji umrê min çû, ez hinekî din jî kal bûm. Lê şikir siheta min li cî ye, neketima ber destan, min hîn ranehîştiye gopalê min hazir kiriye.

Ezê îşev xatir ji 75 salên jiyana xwe ya borî bixwazim û silavê bidim 76 saliya xwe. Zalimên salan pir zû dan pey hev, jiyan bû wek xewneke derewîn.
Çaxa ez xort, 30-40 salî bûm, min bawer nedikir ezê hewqas sal umir bikim. Di xortaniyê da meriv dibêje qey extîyarî pir dûr e, li pişt Çiyayê Qaf e.
Ez bi 60-70 salê jiyanê razî bûm. Min digot belkî umrekî pir dirlj e.
Lê tu nabêjî ez şaş bûme, va ye sibe dibim 76 salî.

Sal pir zûr derbas bûn, wek ava çemekî herikî, min hew dît 75 sal jî qediya.
Di 75 salên buhurî da bi gelek karên baş ra min tiştên şaş jî kirin. Xwezî min ew şaşî nekiribana. Lê şikir, tu karekî ez ji ber fedî bikim min nekiriye. Di jiyana min da lekeyeke reş, karekî pîs tune ye; zarokên min ewê tu carî ji navê bavê xwe, ji tarîxa min şerm nekin, ewê tim pê serbilind bin.
Ez navekî pîs, mîrateke qilêrokî li dû xwe ji zarokên xwe ra, ji malbata xwe ra nahêlim. Ev jî têra min dike.
Di xortaniya xwe da meriv hin şaşiyan dike, dûra, sal meriv baqil dike. Lê yên baqil nabin jî hene.
Di extîyariyê da sal zû derbas dibin, meriv hew dibîne dawiya salê hat jî.
Dema meriv xort e meriv dibêje kalbûn pir dûr e, lê texmîneke şaş e, piştî meriv bi ser 40´î ket, meriv hew dibîne malmîatê tew hat jî.
Pişt xûz dibe, dev kox dibe, serî zulût dibe, roniya çavan kêm dibe, hêz di çongan da namîne. Yanî meriv nêzî dawiya rê dibe.
Di destpêka salê da ji bo îsal min ji xwe ra programek çêkiribû. Min digot ezê viya, viya îsal bikim.
Îsal 50 saliya zewaca me bû. 45 saliya nivîskariya min û hatina min a Swêd bû. Min digot ji bona van hesê tiştan di dawiya salê da ezê him pîrozbahiyekê bikim, him jî kitêbekê, du kitêban biweşînim. Min ev nêta xwe du caran nivîsî jî. Hêviya min ew bû hinek alîkariya min bikin, hinek bixwazin kitêbên min çap bikin.
Lê deng ji kesî derneket.
Min bi tena serê xwe jî nikanîbû tiştekî wiha bikira.
Atmosfera siyasî ya li Kurdistanê jî ev daxwaz û şewqa min hinekî kêm kir, hewesa min kêm kir.
Lema min dev ji pilana xwe berda û li malika xwe rûniştim, lê min nivîsên xwe yên rojane domand.
Îsal min 579 nivîs nivîsîne. Nivîsên bloga min ji sala 2007´a û vir da, li ser hev bûne 10534 nivîs.
Ji destpêkê heta nuha 1368740 carî bloga min hatiye tikandin, xwendevanan riya xwe bi bloga min xistine, ew xwendine.
Ez gelkî dixwazim van nivîsên xwe, bi kêmanî qismekî wan wek kitêb biweşînim. Lê tu weşanxane xwe nade ber karekî wiha.
Qismekî hindik yên rojnivîskên min wek kitêb çap bû. Lê ez dixwazim bi tevayî biweşînim.
Di bloga min da belkî ji hezarî zêdetir pêkenîn hene, ez dixwazim wan wek cildeke mezin biweşînim.
Ji nivîsên din meriv kane çend cildan derxîne. Min bikanîbûya minê gişk çap bikira.
Ez naxwazim keda min a hewqas salan piştî mirina min wenda bibe. Ez dixwazim nivîsên xwe gişan dijîtalîze bikim û bidim Kitêbxana Kurdî ya Stockholmê û kitêbxaneyên din.
Lê ez nizanim bikim, ji karê wiha qet fêm nakim. Hinek xwe bidin ber karekî wiha ezê pir kêfxweş bibim û alîkariya ji min biqede jî ezê bikim.
2025 ji bo kurdan nebû sala rojên xweş, sala serketinê, kêf û şahiyê. Hela em binêrin 2026 ewê çi bide me,çi surprîzê bike?
Min pir dixwest di saxiya xwe da Kurdistana serbixwe bibînim, heta nuha dîtina wê rojê nebû qismetê min.
Hêviya min ew e di 2026´a Federasyona Kurdistana Rojava bibînim. Ne ez tenê, miletê kurd çûk û mezin, bi qiç û pîlan va li bende dîtina wê rojê ne. Ew çê bibe Kurdistana mezin jî li pey e.

Sala we ya nû pîroz be !
Bi hêvîya sala 2026´a ji bo me bibe sala yekîtiyê û serketinê, sala dîtina rojên xweş !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar