01 januari 2026

Li ser bloga min Hindik Rindik agahiyek kin

Sala 2025´a xatir ji me xwest, îro roja pêşî ya sala 2026´a ye.

Di sala borî da min çi kir, çi nekir naxwazim li vir careke din dubare bikim. Çimkî bi piranî min rojane qala wan kiriye.
Lê dixwazim li ser bloga xwe Hindik-Rindik înformastoneke kin bidim şopîner û xwendevanên xwe.
Di sala 2025´a da min 579 nivîs(meqale) belav kirine. Salek 365 roj in. Ev tê wê maneyê min her roj ji nivîsekê zêdetir belav kiriye.
Yanî roja min meqaleyeke parve nekiribe tune ye.

Hin rojên min nenivîsîne hene, lê hin rojan jî min 3-4 nivîs parve kirine.
Serdanên, xwendevanên bloga min îsal gelkî zêde bûn.

Min xwest jimara serdanên, tikandinên salekê derxînim, lê ji heq derneketim. Nizanim meriv tîraja salekê çawa derdixîne.
Serdanên, tikandinên meha berê(meha borî) 42548 e. Yanî rojê hema hema 1500 serdan, tikandin e.
Serdanên do, 1478 e û ya îro jî 546 e.
Yanî kanim bi dilekî rehet bibêjim xwendevanên min kêm nebûne, pir zêde bûne.
Di 18 salên borî da min 10534 nivîs nivîsîne. Piştî 18 sal xebat û nivîsîna 10 hezar û 534 meqale zêdebûna xwendevanan normal e, ez bawer dikim ne jimareka zêd ye. Sipasek ji dil ji bo her kesê min taqîb dike, nivîsên min dixwîne…

XXX
Seranserê Kurdistanê di bin berfê da ye; befê heta bigihîje Rihayê û Wêrnşara mmin jî sipîboz kiriye. Kêfa zarokan li cî ye, ji xwe ra têr dilîzin, xwe şûş dikin.

Milet, cotkar jî pir dilşa ne. Hêvî dikim îsla zad, çandinî, mêwe, fêkî her tişt baş be, ruyê cotkaran bikene.

Ev çend sal bûn li Rihayê, Wêranşarê berf nedibarî. Li amed jî nediparî. Berê zivistana Amedê pir no bû, her sal berf dibarî. Çend sal in hewa guherî, berf û baran kêm bû.

XXX

Roja we ya di bin berfê da bi xêr, sala we ya nû pîroz be ! Berfa Kurdistanê hatiye Stockholmê jî. Stockholm jî di bin berfê da ye. Berf e, ba û bahoz e. Do zarok hatibûn, heta derengê şevê em rûniştin, me qala rojên borî pilanên xwe yên pêşerojê kir.

Vêsê hinekî dereng rabûm. Min bala xwe dayê berfeke pir bariye û hîn jî dibare. Ba jî heye.

Do bi şev me biryar dabû emê îro herin li parka me Rudanê bigerin. Em xurîniya xwe bikin hela binêrin rewş çawa ye.

Ez ji berfê pir hez dikim, gerra di berfê da pir xweş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar