Tirkiyê bi devê Cîgirê serokê MHP´ê Fetî Yildiz, sînyala êrîşa ser Kurdistana Rojava daye. Fetî Yildiz gotiye:
"Dema ji bo HSD´ê hatibû dayin qediya ye. Helwesta
dewleta me ya di vê mijarê da zelal e.
Em rê nadin tu rêxistinên terorê, bi taybetî PKK/YPG/HSD li
herêmê çalakiyên xwe bidomînin yan jî rewşeke defacto ava bikin.
Armanca me ya dawî tesfiyekirina temamîya rêxistinên terorêye…”
Ev gotin jî tên maneya, YPG/HSD teslîm nebû, Tirkiye qebûl nake îdareyeke kurdan hebe. Tirkiye vê defaktoyê qebûl nake, ji bo wê jî ewê êrîş bike.Bi kinî tiştê xuya dike Tirkiye bi derewa pêvajoya nu negihîşt armanca xwe ya têkbirina Kurdistana Rojava. Ji bo wê jî dibêjin madem HSD/YPG bi rehetî teslîmî me nebûn, emê êrîş bikin.
Ev hedefa Tirkiyê ji destpêkê dihat zanîn, hedefa wan îdereya kurdan ya li Kurdistana Rojava hilweşînin, Rojava bikin Efrîn û Sernêkaniyê.
Bi têkiliyên bi Ocalan û PKK´ê ra negihîştin vê armanca xwe, ji bo wê jî gefa êrîşê li kurdan dixun, dibêjin em qebûl nakin îdareyeke kurdan li Kurdistana Rojava hebe.
Cîrantiya El Qaîdeyê, Daîşê, HTŞ´ê, her babetê çeteyan qebûl dikin, tenê ya kurdan qebûl nakin. Çimkî tirk li vê dinyayê tenê dijminên kurdan in, bêyî dewleteke kurdan ne li dijî dewleta tu kesî ne.
Li hemberî vê gefa Fetî Yildiz dibê kurd giş bibin yek dil û Kurdistana Rojava biparêzin. Rast, çep, îslamî, ne îslamî, gerek kurd giş bi hev ra li dijî gef û êrîşa Tirkiyê rabin û Kuristana rojava biparêjin.
Rojava mala her kurdî ye, dilê her kurdî ye, lema dibê em bi hev ra li mala xwe xwedî derkevin, nehêlin tirk mala telan û wêran bikin.
Gerek partiyên me, hêzên, ronakbîr û mezinên me giş bi hev ra bi beyanekê li dijî gefên Tirkiyê derkevin. Bêdengî ewê cesaretê bide tirkan ji bo ku êrîş bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar