02 januari 2026

Berfê Stockholm xemilandiye


Wele ev du roj in berfê dilê xwe li Stockholmê rehet kiriye. Li Hanîngeyê îro qet venekiriye, wer barîye.

Gelek problemên trafîkê çêbûne, otoboz di hin riyan da asê mane, lê milet memnûn e, bi taybetî jî zarok memnûn in.

Kêf kêfa zarokan e, li parka pişt mala me xelkê zarokên xwe anîne, xwe şûş dikin.

Ji bona hin hewcedariyên malê ez çûm sentrûmê hatim. Serma li li dora sifir(0) derecê ye, berf dihele, berfa erdê bûye şilope, meş pir zor e.

Çend sal in li Stockholmê tu carî berfeke hewqasî pir nebarîye.
Lawikê me Serhat hatiye serdana me, emê îro biçûyana bajêr, ewê em bibirana pêşangeha Tûtankhamûn. 

Lê berfê pilana me têk bir, me pilana xwe hîşt sibe. Hela em binêrin sibe ewê çawa be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar