Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser protestoyên li Îranê dibin û êrîşên ser milet, şîdeta dewletê gef li Îranê xwar, got:
"Heger Îran kesên bi şiklekî aştîyane rejîmê protesto
dikin bikuje, ji xwe ev edeta wan e, wê demê Amerîkayê here hawara wan. Em
sîleh di dest da ji bo hereketê amade ne."
Reaksîyoneke baş e, hêvî dikim ne gefeke vala be. Îşê Donald Trump belî nabe, bi rastî jî kane Îranê bombebaran bike.
Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî bersîv da vê beyana
Trump, got:
”Hêzên me yên çekdar ên xurt di amadehiyê da ne û heger serweriya Îranê were
binpêkirin ew zanin ewê li ku xînin."
Qesta ew zanin ewê li ku xînin Îsraîl e, lê forteke vala ye, nikanin tu pîsiyê belav bikin. Çend fuzeyan bavêjin ji Îsraîl da, Îsraîl û Amerîka ewê Îranê perîşan bikin, tiştên mane jî ewê wêran bikin.
Aboriya Îranê ji kok da têk çûye, milet perîşan e. Perê wan li hemberî Dolarê Amerîkî û Euro bûye zibil. Ji bo wê milet serî hilda. Li Îranê kesê ji vê rejima faşîst a îslamî razî nemaye, esnaf perîşan in. Her kes ji halê xwe bi gazin e. Lema xelkê dîsa serî hilda.
Serîhildana milet ya vê carê
kane rejîmê bixîne. Ew îhtîmal heye. Trump ne yekî wek Bîden e, bi rastî jî kane midaxele bike.
Heger
Amerîka lêxîne miletê bêtir bajo ser rejîmê û îhtîmala biserketinê vê carê zêde
xuya dike. Çimkî aborî pir û pir xerab e, çerx nagere.
Rejîm bikeve kurd ewê azad bibin. Kurd her tim ji serî hildanê ra amade ne. lê midaxela derve lazim e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar