Ev cara duduya ye Amerîka serokên welatên Amerîka Latînî bi vî rengî direvîne.
Amerîkayê 36 sal berê di sala 1989´a da Panama dagir kir û di 1990´î da, dîsa di 3´ê meha yekê da (3/1-90) serokê
Panamayê Norîega revand, bir Amerîkayê.
Bi şev em gelek heval çûn ber sefareta Amerîkayê, me Amerîka
protesto kir. Helbet em ne kurd tenê bûn, bi sedan swêdî jî hebûn. Me piştgirî
dida çeteyekî wek Norîega.
Lê vê carê neçûm ber seferatê, min Amerîka protesto nekir. Û protesto nakim jî. Yê hatiye revandin bi bi raya milet ne li ser wê kursiyê ye, ew kursî xesp kiriye.
Maduro ne bi raya milet, bi zor li ser wê kursiyê bû. Bi milyonan venazuelî ji ber terora wî reviyane dervayî welêt.Venezuela welatekî pir zengîn bû, halê milet xweş bû, Maduro bi siyaseta xwe ya şaş mala milet şewitand.
Xwezî aqbûbeta Maduro bibûya aqûbeta dagirkerên welatê me jî. Em nikanin wan ji welatê xwe derxin, em nikanin mafên xwe ji wan bistînin, ancax dewleteke we Amerîka kanibe telîs têxe serê wan.
Hin kes Amerîkayê protesto dikin, ez nakim. Maduro ji Trump, ji Amerîkayê ne baştir e. Çima ezê li ser çeteyekî wek Maduro bixeyidim?
Rûsya, Çîn, Îran, Amerîkayê protesto dikin. Yekî nizanibe ewê bibêje li welatê wan demokrasî, heq û huqûq heye...
Maduro hevalê Erdogan e, balkêş e, heta nuha ji Erdogan tu deng derneketiye. Dibêjin gelek zêrê Madûro li Tirkiyê heye. Çiqasî rast e nizanim. Erdogan kane alîkariya Trump jî kiribe.
XXX
Ecêba giran, Amerîkayê do bi şev çend dereyên Venezuelayê
bombebran kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, hêzên amerîkî serokê
Venezuelayê Nicolás Maduro û xanima wî girtine, birine Amerîkayê. Midaxeleyeke
pir anormal e. Lê ji bo Trump dibe.
Miheqeq ji hundur destikên Amerîkayê hebûne, lema kanîbûna
bêyî şer, bi rehetî tiştekî wiha bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar