04 januari 2026

Do em ketin nav tarîxa 7000 sal berê


Do, ez, xanim û lawikê me Serhat em çûn bajêr, Medelhavsmuseetê(MuzexaneyaDerya Sipî).

Em li pêşangeha Misra 7000 sal berê gerîyan. Pêşangeheke muhteşem bû.
Bi hezaran tiştên xweş, meriv dibû heyran anîne.
Însanan 6-7 hezar sal berê çi tiştên muhteşem çêkirine, aqilê meriv nagire !

Muzexaneyê bi hezaran tişt anîne, bi cî kirine, numre kirine û bi îngilîzî û bi swêdî agahiyên tarîxî dane. Meriv dibe heyran.
   
Beşên Yûnanîstanê û Kurdistanê jî hebû. Beşek jî li ser tarîxa deqan(tato) bû. Gelek rismên jinên kurd yên deqandî hebûn. Navên wan, salên wan û bajarên nivîsîbûn.


Li ser tarîxa deqan ez gelk tiştên nuh fêr bûm. Deq, ne tiştekî nuh e, pir kevn e, bi hezaran sal berê însanan xwe deqandine. Mînaka herî kevn a hatiye dîtin a li ser laşê Ötzi, 3300 sal BZ ye. 

Yanî 5500 sal berê jî însanan xwe deqqndine. Lê li Ewrûpayê di sedsala 18´a da rastî hin numûneyan hatine. Bi hin kesên deryavan dest pê kiriye.

Li Swêdê deq(tato) nuhtir e. Di destpêka sedsala 20´a da bi riya deryavanan dest pê kiriye.
Di sala 1910´a da li bajarê Goteborgê Axel Wilhelm Johanssonê swêdî çêkerê tatoya profesyonel yê pêşî ye.

Min ji xwe û ji xanimê ra karta salê kirî. Salekê emê kanibin herin li sê muzexaneyan bigerin. Pir erzantir bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar