04 januari 2026

Ma dewleta huqûqa navneteweyî binpê nekiribe heye?


Hin kes li dijî revandina serokê Venazuelayê Madûro derdikevin, dibêjin Amerîkayê huqûqa navnetewî binpê kiriye, lema dibê meriv li dij derkeve, filan û bîvan.

Rast e, Amerîkayê huqûqa navnetewî îhlal kiriye, binpê kiriye.
Lê kîjan dewletê ev nekiriye û kîjan dewlet viya nake?

Ma qey Madûro di îdareya xwe da rîayetî huqûqa navnetewî dikir?
Herî kêm 8 milyon însan ji ber zulm û terora Madûro reviyana derve, ma ev zulm li gorî huqûqa navnetewî ye?Madûro di hilbijartinê qezenc nekir, lê kursiya xwe bi darê zorê neda, ma huqûqa navnetewî viya qebûl dike?

Par Îranê 1500 kes bi sêdaran ve, bi vîncan va li ba kirin, ma ev li gorî huqûqa navnetewî bû?
Di van protesyoyên dawî da 17 kes gulebaran kirine, ma qey ev li gorî huqûqa navnetewî ye?

Rûsyayê beşekî Ukranya dagir kir, bi heazaran însan kuştin, bi çolan xistin, bi dehan bajar wêran kirin, ma ev wahşet li gorî qanûna navnetewî ye?

Tirkiyê welatê me dagir kiriye, bi hezaran kurd êsîr girtine, perwerdeya bi zimanê me qebûl nake, ma ev zulma tirk dikin li gorî qanûna navnetewî ye?

Tirkiyê, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir kiriye, dibêje gerek PYD, HSD teslîm bibe, ma ev li gorî qanûna navnetewî ye?

Terorîstên Sûriyê hukûmeta Kurdistana Rojava nas neke, dibêje gerek hûn dev ji her tiştî berdin, sîlehên xwe teslîmî me bikin, emê we îdare bikin, ma qey ev daxwaz li gorî qanûna navnetewî ye?

Madûro av û av çû, lê ewî çi were dewsa wî hîn ne diyar e. Gelo ewê Venezuela ji hev da bikeve, bibe wek Lîbya û Îraqê ya jî ewê alternatîfeke baştir, demokarasî û îstîkrar were?
Ev hîn ne diyar e. Karê donald Trump zor e...

Birayên ezîz, dewletan, yên xurt gava xwestine tu carî qanûn, manûn, heq, huqûq nas nekirine. Ev dinya wiha ye, dinya kî kanibe bi kê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar