Gava yek alîkariya meriv bike, di şer da meriv ji mirinê, ji malwêraniyê biparêze, ew çi şaşiyê bike, çi neheqiyê li hinekên din bike jî meriv li dij dernakeve; dibê dernekeve.
Çimkî gava meriv wî rexne bike, ewê alîkariya meriv neke û gava ew meriv neparêze
dijminê meriv bifetisîne.
Hin siyasetmedar û serokên kurd wiha nakin, ji ber revandina serokê Venezuelayê
Madûro, Donald Trump rexne dikin.
Bi bawriya min ev şaş e, gerek kurd di vê meselê da bêdeng bin, Amerîkayê rexne
nekin.
Gava rexne bikin Erdogan û Alî Hameney ewê alîkariya wan nekin.
Donald Trump çi neheqiyê li kê bike jî serokê Ukraynayê Zelenskî Trump rexne nake. Çimkî gava rexne bike Trump ewê li hemberî Rûsyayê alîkariya Ukranyayê neke.
Yanî bi kinî, gava meriv motajî alîkariya dewletekê be, serokê wê dewletê, berpirsiyarên wê dewletê çi karê şaş, ne li gorî dilê meriv bikin jî meriv dengê xwe nake, meriv wan rexne nake.
Ev nayê wê maneyê meriv harê wan, kirinên wan rast dibîne.
Lê belê hin kurd, hin siyasetmedar û serokên kurdan Donald Trump rexne dikin, dibêjin revandina Madûro sûc e, pinbêkirina huqûqa navnetewî ye.
Ma Madûro 12 sal in li gorî huqûqa navnetewî hereket dikir?
Em kurd ne hakemê, wekîlê edaletê, huqûqa navnetewî ne, kes guh nade huqûqa navnetewî, ew tenê di gotinê da ye.
Bi xêra piştgirî û parastina Amerîkayê kurdan kanîbûna li Kurdistana Rojava xwe li hemberî Tirkiyê biparêzin.
Amerîka alîkariya HSD´ê, YPG´ê neke tirk ewê tavilê êrîşî kurdan bikin û seranserê Kurdistana Rojava bikin Efrîn û Serê Kaniyê.
Em hewqasî motajî alîkariya Amerîkayê ne, lê DEM partî, hin siyasetmedarên me, hin serokên me dîsa jî revandina serokê Venezuelayê Madûro ji alî Amerîkayê va rexne dikin. Serokên Amerîka Donald Trump dixin binê erdê, prensîbên huqûqa navnetewî li dû hev rêz dikin.
Bi baweriya min ev şaş e, fikrê me yê şexsî çi dibe bira bibe, dibê em kurd vê kirina Amerîkayê rexne nekin, gava em bikin şaş e, zirarê dide me.
Li dinyayê çi neheqî bibe, em ne mecbûr in tim li dij derkevin, tim serî bikşînin. Gere kem karê zirarê bide me nekin.
Ma Mazlûm Abdî, PYD, HSD nuha rabin Donald Trump rexne bikin, bibêjin tiştê we kiriye binpêkirina huqûqa navnetewî ye, piştgiriyê bidin Madûro gelo rast e?
Karekî wiha ma ewê ne dînîtî be?
Lê serokên DEM partiyê û hin siyasetmedar viya bi rehetî dikin.
Bi dîtina min ne rast e, dibê Mazlûm Abdî, PYD, HSD tiştekî wiha neke.
Çimkî tiştekî wiha li zirara me ye. Em mecbûr in li berjewendiyên xwe bifikirin.
Her tim meriv nakane ya dilê xwe bibêje, biparêze.
Meriv kane revandina Madûro rast nebîne, lê ne mecbûr e viya bibêje û Amerîkayê rexne bike.
Madûro dîktatorekî zalim bû, di hilbijartina dawî da bi ser neket, lê dîsa jî kursiya xwe neda. Herî kêm 8 milyon venezuelî ji ber zulma wî reviyane derva. Parastina merivekî wiha ne rast e û ne karê me ye.
Efendim Amerîkayê ne ji ber ku Madûro dîktator bû, tîcareta narkotîkayê dikir revand, ji ber ku dixwazin dest bidin ser petrola Venezuelayê ev operasyon kirin.
Rast e, lê em ne mecbûr in Amerîkayê rexne bikin. Gava em bibêjin li zirara me ye, em Madûro diparêzin, dibêjin bira li ser kursîya xwe bimîne.
Dibê em jî wek filistîniyan, wek serokên Hamasê, wek serokê Ukranyayê Zelenskî li berjewendiyên xwe bifikirn.
Amerîka alîkariya xwe ji ser Kurdistana Rojava qut bike, li hemberî Tirkiyê û ereban me neparêze, emê perîşan bibin. Ji bo wê jî dibê meriv siyasî hereket bike. Carnan bêdeng bimîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar