06 januari 2026

PDK´ê û YNK´ê ji bo serokatiya Îraqê li ser namzedekî miştereke li hev nekirin

Îro roja dawî ya miracaeta ji bo namzediya serokkomariya Îraqê bû.

81 kesî xwe kiriye namzed, ji wan 33 kes kurd in. PDK´ê Dr. Fûad Husên, YNK´ê jî Nîzar Amêdî ji bo serokatiyê wek namzed naîşan dane.
Yanî namzedekî kurdan yê mişterek tuneye. YNK dibêje bira ji min ra be, PDK dibêje bira ji min ra be.
Ji serokên van partiyan ji bo miletê kurd tu tiştekî baş sadir nabe.
Hêvî dikim kurd qezenc nekin, yekî ereb bibe serokê Îraqê. Serokên kurd ev yek heq kirine.

Çimkî serokên kurdan nîşan dan wan ew kursî heq nekirine...

Ji xwe piştî Mam Celal tu feydeya wê kursiyê negihîştiye miletê kurd; tenê nav e. Meqamekî ji bo berjewendiyên şexsî û partîtiyê ye.

14 meh di ser hilbijartina Kurdistana Federe ra derbas bûye, lê hîn jî hukûmet ava nebûye. Û ewê ava nekin jî. Çimkî PDK qebûl nake serokatî û serokwezîrî ji dest xwe berde. Lema bi YNK´ê ra lihevkirina PDK´ê ne mimkûn e. PDK dibêje gerek ez tenê Kurdistanê îdare bikim.
Bi ya min Kurdistanê di nava xwe da perçe bikin baştir e. Jixwe di praktîkê da jî were ye, bira viya resmî bikin.
Partiyên nikanibin hukûmeta xwe ava bikin, helbet ewê nikanibin namzedekî mişterek jî ji bo serokê Îraqê nîşan bidin. Çimkî li dû berjewendiyên xwe ne.

XXX

Ez dixwazim pirsekê ji serokên DEM Partiyê û ji kesên li dijî revandina serokê Venezuelayê Madûro dertên û Amerîkayê rexne dikin bikim.

Heger Amerîka Erdogan birevîne, hûnê li dij derkevin ya jî biparêzin?

Bi ya we, parastina kesê dîktator, zalim, heq, huqûq, edalatê, mafên mirovan nas nake rast e?

Madûro, Erdogan, Alî Hameneyî bi rehetî, bi riyeke demokratîk dev ji kursiyên xwe bernadin. Gava dewletek van zaliman bi zor bixîne, çima şaş e, çima neheqî ye?

XXX

Di vê sar û sermê, di vê berf û pûkê da ez û xanim tam 6 km meşiyan. Me neviyê xwe yê biçûk Olîver Arasê şîrîn jî bi xwe ra biribû. Kêfa wî li cî bû, em baş gerîyan. Ji bo em neşemitin me binikê mîxîn kiribû pê, em serbest dimeşiyan.

Meşa di berfê da pir xweş e, dengê xarte û xûrtê dibe wek meriv li muzîkê guhdarî bike.

Li parka me em rastî du pezkûviyan hatin.

Ez bi xwe ji berfê, ji meşa di berfê da hez dikim.
2026-01-05

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar