06 januari 2026

PDK û YNK miletê xwe û dostên xwe xeyalşikestî dikin

Li gorî xebera Rûdawê, PDK´ê ji bo ku piştgiriya namzetê YNK´ê yê serokkomariya Îraqê bike 4 şert danîne ber YNK´ê.

Yek: Dibê Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin. Serokê parlamentoyê ewê ji YNK´ê be.

Dudu: Dibê Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê were hilbijartin û YNK jî deng bide wî.

Sisê: Dibê Mesrûr Barzanî hukûmetê ava bike, bibe serokwezîr.

Çar: Heger her sê xalên li jor hatin bicihkirin, PDK ewê namzedê xwe yê serokkomariyê paşda vekişîne û deng bide namzedê YNK´ê.

Rûdawê negotiye li hemberî van her çar şertên PDK´ê bersîva YNK´ê çi ye ?

Bi îhtîmaleke mezin bersîva Bafil Talabanî na ye, YNK qebûl nake him serokatî, him jî serokwezîrî ji PDK´ê ra be. Heger qebûl bikira heta nuha hukûmet ava bûbû.

Bi van 4 şertên xwe PDK dibêje, ez îdareya Kurdistanê nadim kesî, dibê YNK viya qebûl bike.
Ev yek jî tê maneya meclîs aktîv nabe, hukûmet çênabe. 

14 meh di ser hilbijartinan ra derbas bûye hîn ne meclîs aktîv bûye, nej î hukûmet çêbûye. Ez bawer nakim çê bibe jî.

Bi baweriya min ya baştir ew e PDK û YNK Kurdistanê li hev par bikin, bibin du hukûmet. 

Jixwe di praktîkê da wiha ye. Hewlêr û hin bajar di destê PDK´ê da ne, Silêmanî û hin bajar jî di bin destê YNK´ê da ne. 

Her tiştên wan, butçe, îdare, hêzên ewlekariyê, îstîxbarat, bi kurtî wek du hukûmetên cihê ne. Vê yekê resmî bikin baştir e. 

Çimkî malbata Barzanî îdareya Kurdistanê bi kesî rap arve nake, YNK jî viya qebûl nake. Herdu serî jî şertên hev qebûl nakin. Lema ji hev biqetin baştir e.

XXX

Dostekî min ji telewîzyonên tirkî gazin kiriye, gotiye, dîsa di kanalan da ”pisporên” nezan, derewîn, darikên wan di destên wan da, li ber xerîteyê li ser revandina Madûro, li ser Îranê bi seetan tişt-miştên berradayî li hev radigirin.

Birayên delal, heger hûn dixwazin bîna we teng nebe, ji hêrsê merezarî nebin li programên telewîzyonên tirkan temaşe nekin. Çend sal in ez li yekê jî temaşa nakim. Min pir rehet kiriye. 

Programên wan hema hema giş li ser neyartiya kurdan in, bi piranî derewan, bêbextiyê li kurdan dikin. Meriv pê diqhere. Ji bo wê jî ez lê temaşe nakim, min rehet kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar