07 januari 2026

Tirk bela xwe ji kurdên Kurdistana Rojava venakin


Tirkan dîsa gefa êrîşê li kurdên Kurdistana Rojava xwarine, wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler gotiye:

"Dibê PKK û hemû hêzên girêdayî wê, Sûriye jî di nav da li hemû herêmên lê ne, demildest dawî li hemû çalakiyên xwe bînin û bê şert û merc sîlehên xwe radest bikin.
B
i taybetî PKK/PYD/YPG/HSD, emê destûrê nedin tu rêxistin li herêmê bi cih bibe."
Ev jî tê maneya heger kurd teslîmî me nebin, sîlehên xwe nedin me emê êrîş bikin.

Wezîrê karên derve yê tirkiyê Hakan Fîdan jî eynî dehdît kir, wî jî got ya HSD ewê sîlehên xwe teslîm bike ya jî emê midaxele bikin.


Serokê MHP´ê Devlet Bahçeliyê heta çend roj berê wek kevoka aştiyê qebeqeba wî bû, wek merivekî aştîxwaz dipeyivî, wî jî dev guhertiye, gefa êrîşê li kurdan xwariye.
Bahçelî, ban eşîrên ereban kiriye, xwestiye li hemberî kurdan piştgiriya Colanî û hêzên hukûmeta Şamê bikin.

Devlet Bahçelî eşkere gotiye:
"Yan bi lihevkirinê yan jî bi darê zorê, dibêperçenebûn axa Sûriyeyê were tesîskirin.
Bi taybetî eşîrên ereb, dibê bê şert û merc li cem birêvebiriya Şamê bisekinin."

Êrîşên ser kurdên Helebê jî girêdayî vê şerxwaziye Tirkiyê ye, çeteyên girêdayî Tirkiyê, bi emrê tirkan êrîşî kurdan dikin. Tirk dixwazin şer gurr bibe, ji bo ku midaxle bikin.

Bi kurtî, tirk naxwazin kurd li Sûriyê wek Kurdistana Başûr bibin xwedî statuyeke netewî, xwedî meclîs. Ji bo ku ev nebe, her riyê, her alternatîfê diceribînin.
Heger Amerîka, Fransa wan nede sekinandin ewê êrîşî kurdan bikin. Ne midaxela tirkan be kurd û Colanî ewê li hev bikin. Tirk nahêlin.
Peymanên kurdan bi hukûmeta Şamê ra kirine ne li gorî dilê tirkan e. Tiştê Tirkiye ji Colanî, ji Şamê dixwaze statuyeke kurdan a netewî û hêza wan a leşkerî qebûl neke. Dibê Colanî bêyî teslîmbûna HSD´ê, PYD´ê tiştekî din qebûl neke.
Hêza kanibe rê li ber êrîşa tirkan bigire Amerîka, Fransa ye. Hêvî dikim nehêlin tirk êrîşî kurdan bikin.

 XXX

Li Îranê serîhildana milet berfireh dibe. Milet li hemberî êrîşên dewletê gavê paş da navêje, berxwedana xwe didomîne.

Serîhildana milet ya vê carê pir cidî xuya dike. Îhtîmala biserketinê pir e. Piştgiriya Amerîkayê û Ewrûpayê şert e, muhîm e.

Şertên, îhtîmala xistina rejîmê vê carê zêde ye. Hêvî dikim ev serîhildan jî neşikê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar