07 januari 2026

Dinya bûye wek çiyayekî volkanîk ê li ber teqînê

Ne Kurdistan, Îran, Tirkiye, Îraq û Sûriye tenê, hema hema seranserê dinyayê, Ewrûpa, Afrîka, Asya, Amerîka Latînî ji ber gelşên siyasî, netewî dikele, li her derê nerehetî, teşxele, şer, bêhuzûrî heye.

Dinya bûye wek çiyayekî volkanîk, dikele, dûxan jê hiltê, li ber teqîneke mezin e.

Li Ewrûpayê, li Amarîkayê, li Awisturalyayê, li Qanadayê dijminatî, berberiya nabêna misilmanan û miletên wan welatan da roj bi roj gurr dibe. Her roj bûyerên metirsîdar diqewimin.

Hêzên îslamî bi tevgerên xwe, bi axaftinên xwe dijminatiya li dijî xerîban kûr û gurr dikin, benzînê li êgir dikin.
Îslamîya siyasî, radîkal li Ewrûpa Rojava bûye him hêzeke pir mezin, him jî xetereke mezin.

Ez bi xwe li Ewrûpayê, li Amerîkayê, Qanadayê, Awisturalyayê rewşê pir xerab, talûke, wek erdekî mayinkirî dibînim. 

Li Amerîkayê, Qanadayê, Awisturalyayê, li her welatê Ewrûpa Rojava xerîb, misilman pir bûne, ev yek di nava gelên wan welatan da bûye sebebê nerehetiyeke mezin. 

Çimkî hêzên îslamî êdî tên ser hukim, dibin şirîkê dewletê û dixwazin van welatan bikin welatên îslamî.

Hêzên îslamî jî rehet nasekinin, bi êgir dilîzin. Ditirsim bûyerên mezin biqewimin, terr û hişk bi hev ra bişewitin.

XXX

Çeteyên hukûmeta Colanî şer li hemberî kurdên Helebê, li dijî taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê îlan kiriye. Tiliya tirkan jî di vê êrîşê da heye. Dixwazin qetlîama Efrînê û Serê Kaniyê dubare bikin.

Piraniya şêniyên van herdu taxan kurdên ji ber teror û qetlîama Tirkiyê reviyane. Tirkan bi darê zorê ew ji Efrînê derxistin, nuha jî dixwazin ji Helebê koçber bikin.

Çeteyên Colanî xurtê kurdan e, Îsraîl her roj Sûriyê bombebaran dike, erd dagir dike dengê xwe nakin, newêrin guleyekê berra leşkerekî Îsraîl bidin.

Bi Îsraîl ra ra peymanên ewlehiyê îmze dikin. Bi kurdan ra li hev nakin, şerê kurdan dikin. Çavên wan kurdan dibirre.

Bi baweriya min çeteyên HTŞ´ê bi emrê tirkan êrîşî kurdan dikin. Neyartiya ya bi kurdan ra pir kûr e.

XXX

Îbrahîm Halîl Baran li ser revandina serokê Venezuelayê Madûro û rexneya DEM Partiyê ya Amerîkayê Tîk Tokek, vîdeoyeke pir xweş çêkiriye.

Hejarê Şamil di malpera xwe ya Facebookê da parve kiriye. Axaftin bi tirkî ye, ez parve nakim. Vîdeo di malpera Hejarê Şamîl û Îbarhîm Halîl Baran da ye. Temaşe bikin, pir muhîm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar