08 januari 2026

Kurdan li Helebê jî gernasîya xwe bi dijmin dan îspatkirin

Sê roj in çeteyên îdareya Şamê û Tirkiyê bi sîlehên giran û droneran li Helebê êrîşî taxên kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin. 

8 sivîl hatine kuştin, gelek kes birîndar bûne, bi sedan kes jî koçber bûne. 

Hêzên HSD´ê baş li ber xwe didin, çeteyan derbek baş xwarin.

Ev êrîş ceribandineke. Heger li vir bi ser kevin êwê êrîşî Qamîşloyê, Amûdê, Kobanê û bajarên din ên Kurdistanê bikin.

Ev pilana Tirkiyê ya A ye. Tirkiye dixwaze bi destê çeteyên ereb Kurdistana Rojava ji destê kurdan derxîne, dagir bike, bike wek Efrînê û Serê Kaniyê. Ev hedefa tirkan e.

Lê tiştê baş Amerîka, Fransa, Almanya, Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriyê didin kurdan û hindikayiyên din. Giş li Sûriyê federasyonê, îdareyeke nemerkezî diparêzin.

Bi kurtî konjoktura dinyayê di lehê kurdan da ye. Hemû dinya li dijî van êrîşên çeteyên Colanî û Tirkiyê ne.

Meriv kane bibêje Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Fransa, Almanya li dijî êrîşa Tirkiyê ne, kes destegê nade pelçiqandina kurdan û dagirkirina Kurdistana Rojava.

Ev piştgiriya dinyayê ji bo me pir muhîm e. Dibê kurd dev ji daxwaza xwe ya federalî ya huqûqî bernedin û viya bi hukûmeta Şamê û Neteweyên Yekbûyî bidin qebûlkirin. 

Dinya piştgiriya vê daxwaza kurdan û miletên din dike. Ji bo wê jî dibê HSD, PYD gavê paş da navêje, tu carî çareseriyeke ne qanûnî, defakto, sozên devkî qebûl neke. 

Şert û mercên der û hundur, şêla Amerîka û dinyayê nuha di lehê kurdan da û di eleyhê Tirkiyê û Colanî da ye. Ji bo wê jî gerek kurd ji vê konuktorê fêdeyê bigrin û daxwazên xwe yên netewî, federalî bi Colanî bidin qebûlkirin.

Li berxwedanê Kobanê, Amûdê, Qamîşlo û Kurdistan xelas kir, îdareye kurdan pêk anî, liberxwedan ewê federalîzmê bi çeteyên HTŞ´ê û bi Tirkiyê bide qebûlkirin. Bêyî liberxwedanê riyeke din li ber kurdan tuneye.


Dibê kurdên her çar perçên Kurdistanê, hemû partî û hêz bi hev ra destegê bidin HSD´ê, PYD´ê û kurdên Rojavayê Kurdistanê. Ev yek li ser her kurdî wacibekî netewî, exlaqî ye.

-Bîlançoya şerê li Helebê hat ragihandin
-Joe Wilson: Em Sûriyeyeke aram dixwazin û divê em ji boparastina Kurdan bixebitin

-Dujarric: Ji bo aramkirina rewşa Helebê em bi Şamê re dipêwendiyê de ne
-Senatorên Amerîkayî ji Rûdawê re axivîn: Şertê me parastina Kurdan e
-
Amerîkayê li ser şerê li taxên Kurdan got: ‘Em ji nêzîk ve rewşê dişopînin’

-Asayîşê komên ku êrişî taxên Kurdan ên li Helebê dikin eşkere kirin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar