08 januari 2026

Çeteyên Ehmed Şara berî êrîşî ser kurdan bikin nimêja cîhadê kirine û kurd wek qewmê kafir bi nav kirine


Çeteyên hukûmeta Colanî li Helebê berî êrîşî ser taxên kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bikin, nimêja cîhadê kirine û kurd wekî qewmê Kafir bi nav kirine, gotine:

”Xwedayê min, nigên me saxlam bike û me li ser qewmê kafir bi ser xîne. Xwedayê min, em bi te tevdigerin, em bi te êriş dikin û em bi te şer dikin."

Vana Daîş in, ev dua ya Daîşê ye. Daîşê jî kurd wek qewmê kafir didît, lema li Şengalê, li Kobanê, li Efrîn û Serê Kaniyê bi zalimî, wek zebaniyên ber deriyê cahnimê êrîşî kurdan kirin, bi hezaran kurd kuştin, bi sedhezaran jî bi çolan xistin.

Tirkiye di wan êrîşan da jî bi Daîşê ra bû, îro jî bi wan ra ye. Bêyî Tirkiyê ev çeteyên xwefiroş êrîşî kurdan nakin. Emir û alîkariya lojîstîk ji Tirkiyê digrin.

Ev çeteyên xwefiroş û bêheysîyet li Parîsê bi Îsraîl ra peymana ewlekariyê, veguhestina îstîxbaratê îmze dikin, Girên Golanê didin Îsraîl, lê bi kurdan ra li hev nakin, şerê kurdan dikin. Ji kurdan ra dibêjin qewmê kafir, dixwazin xwîna kurdan vexun.

Wek min got, sponsorê wan qatilan Tirkiye ye, ew zebaniyên bêhiş dajon ser kurdan.

Dibê Amerîka û Hêzên Hevpeyman bi lez midaxele bikin, guhên berpirsiyayên Tirkiyê badin. Tirkiyê ev şer daye destpêkirin, ancax ew bisekinîne.

Li vir dibê sipasî malpera Rûdawê bikim. Tevahiya xeberên Rûdawê, 18 xeber tê da hene, her 18 xeber jî li ser Kurdistana Rojava ye. Ez qala xberên kevn nakim, 18 xeberên di rûpela pêşî d axuya dikin gişk li ser Kurdistana Rojava ne. Biravo! Mala we ava be…

-Mezlûm Ebdî: Êrişên li ser Helebê rê li ber guherînademografîk vedikin
- Îlham Ehmed: Me bi Washington, Parîs û Enqereyê re pêwendî daniye

-Asayîş: Me êrişeke berfireh a bi 60 tankan şikand

- Li taxên Kurdan karesat: 500 mal rûxiyan, av û elektrîkqut bûn

- Îbrahîm Şêxo: Dixwazin Ereban li taxên Kurdan bi cih bikin

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar