Tirkan bi erebên çete ra dîsa ferman li me kurdan rakirine.
Çar roj in li Helebê taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd dorpêç kirine, kurd girtine bin
hesargê, bi şev û roj agir bi ser serên şêniyên wan taxan da dibarînin...
Bi
hezaran sivîl, zar û zêç, kal, pîr di bin topbaranê da ne. Bi hezaran ji malên
xwe derkevin, bi çolan ketin.
Bi xwendina xeberên li ser vê barbariya ereb û tirkan, bi dîtina vîdeoyên vê wahşetê, bi dîtina dîmenên revandina jinên kurd hinav li meriv diperite, kezeba meriv perçe dibe, lê tiştek ji destê meriv nayê.
Em li malên xwe di nava rehetiyê da ne, kurdên Helebê jî di nava êgir da ne, tî û birçî bi çolan ketine.Êşa dilê xwe nikanim tarîf bikim. Kîn û nefreta min li hemberî van wahşan bi qasî çiyayê Agirî mezin dibe.
Tirk dixwazin bi destê keriyên çeteteyên îslamî, Daîşê, el Qaîdeyê li Helebê qira kurdan bînin.
Tirk, ji bo kuştina kurdan, ji bo perîşankirina kurdan bi her kesî ra hevkariyê dikin, her barbariyê, her namerdiyê mubah dibînin.
Heger li Helebê bi ser kevin, dûra ewê êrîşî Qamîşloyê, Amûdê, Kobanê, seranserê Kurdistana Rojava bikin.
Çend roj berê wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler got, ”ya bi zorê, ya bi rehetî emê HSD´ê, PYD´ê tasfîye bikin, Rojava ji destê wan derxin.”
Piştî vê beyana Yaşar Guler li Helebê êrîşî kurdan kirin.
Tê gotin Colanî ya kuştiye, ya jî di destên tirkan da êsîr e.
Çimkî ji êrîşî vir da ye derneketiye piyasê, tu beyan nedaye, negotiye çima êrîşî kurdan dikin.
Xwedêgiravî bi kurdan ra peymanek(di 10´ê adara 2025´a da) îmze kiribûn, ewê tu carî êrîşî hev nekirana.
Tirkiye li dijî wê peymanê ye, tirk naxwazin ereb mafekî herî biçûk
jî bidin kurdan. Tirk dibêjin gerek ew jî wek kurdên wan bindest bin.
Êdî eşkere ye, cepheya Erdogan-Bahçelî dixwaze li Sûriyê, li Kurdistana Rojava
qira kurdan bînin, herderê bikin Efrîn.
Ji bo ku Kurdistana Rojava ji destê kurdan derxînin, kurdan ji welatên wan, ji
malên wan paqij bikin, Tirkiye amadeye her riyê, her barbariyê bike.
Amerîka, Fransa ji bo agirbestê ketiye nabênê. Hêvî dikim kanibin tirkan bidin
sekinandin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar