10 januari 2026

Huseyîn Çelîk dîsa xîret kiriye û neyartiya Tirkiye bi kurdan ra dike rexne kiriye


Prof. Huseyîn Çelîkê wanî yek ji avakarên AKP´ê ye û demakê jî bû wezîrê kulturê û pererdeyê.

Huseyîn Çelîk, yekî pir nêzî Erdogan bû. Ev demeke siyaseta AKP´ê ya li dijî kurdên Kurdistana Rojava rexne dike.

Huseyîn Çelîk di hesabê xwe yê X´ê da rexne li siyaseta hikûmeta AKP´ê ya antî-kurd girtiye, gotiye:

“Tirkiye bi aqilî û wijdanî kurdên Sûriyeyê yên ku bi dehan salan di bin zilm û zora rejîma Beasê da man, wekî dijmin dibîne?”

Tirkiyeya xemxura misilmanên li Somalî, Filistîn û Arakanê ye û hembêza xwe ji tirkên gagavuz ra vedike, bi kîjan aqilî û wijdanî kurdên Sûriyeyê wekî dijmin dibîne?”

Huseynîn Çelîk hîn jî endamê AKP´ê ye, hîn jî di cepheya dewleta dagirker da ye. 

Lê li gel vê hevaltiya wî ya hêzên dagirker ra jî carnan xîret tê hiltê û li hemberî qetlîama gelê xwe bêdeng namîne, siyaseta AKP´ê ya antî-kurd rexne dike.

Ez bi xwe vê şêla Huseyîn Çelîk teqdîr dibînim. Xwezî bi hezaran kesên wek wî ji nava AKP´ê dengê xwe bilind bikirana.

Bi sedhezaran kurd di nava AKP´ê da hene, parlamenter in, wezîr in. Heta nuha yekî/yeka wek Huseyîn Çelîk bi xîret, bi ûjdan derneketiye, wek Huseyîn Çelîk neyartiya hukûmeta AKP´ê ya bi kurdan ra rexne nekiriye. 

Sed kesên, hezar kesên, dehhezar kesên wek Huseyîn Çelîk li hemberî AKP´ê dengên xwe bilind bikin, bibêjin em qebûl nakin hûn vê zulmê li gelê me bikin, hukûmetê gavê paş da bavêje, ewê dev ji piştgiriya çeteyên îslamî berde.

Lê yek kes jî dengê xwe nake, xîret di kesî jî hilnayê, giş bi bêûjdanî li qetlîama li Helebê li hemberî gelê wan dibe temaşe dikin.

hûn merivên pir tirsonek, pir pîs, pir bêşexsîyet û bêûjdan in. Bi w era piçek şerm, heya hebûya hûnê bêdeng nemane, we yê li qetlîama gelê xwe temaşe nekira.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar