Pênc roj in 42
hezar çeteyênerebên îslamî bi 110 tankan di bin qumandariya ordiya Tirkiyê da, bi şev û roj agir
bi ser kurdên Helebê yên taxên Şêx Meqsûd û eşrefiyê da dibarînin.
Vê
herba giran ordiya Tikr sewq û îdare dike. Tirk dixwazin kurdan ji Kurdistana Rojava bi temamî paqij bikin, tiştên anîn serê êrmeniyan, bînin serê kurdan jî.
Esas di dema Serîhildana Şêx Seîd da, di ya Agiriyê da, di ya Dêrsimê da tiştên anîn serê êrmeniyan anînnin serê kurdan jî.
Di van hersê şeran da bi milyonan kurd kuştin û ji Kurdistanê derxistin.Û ji Kafkasan, ji Balkanan, ji Çînê û ji alî Derya Reş bi sedhezaran mahcir anîn di dewsa kurdên kuştin û koçber kirin da bi cî û war kirin.
Ji ber ku nufûsa kurd pir bû, kurd neqediyan, Kurdistan ji mahciran ra nema.
Ji roja êrîşa Tirkiyê û çeteyên îslamî ya ser kurdên Helebê dest pê kiriye, Rûdawêweşaneka hêjayî teqdîrê kiriye.
Pêr jî, do jî, îro jî tevahiya xeberên Rûdawê, her 15 xeberên
rûpela pêşî hemû jî li ser Kurdistana
Rojava ne.
15 xeberên di rûpela pêşî da xuya dikin gişk li ser Kurdistana Rojava ne. Di van
rojên êrîşê da Rûdawê yek xebereke din jî neweşandiye.
Rûdawê di vî şerê ser gelê xwe da weşaneke bêqusûr û kurdperwerane kir.
Ev
weşana Rûdawê ya bi mesûlîyet, ya miletperwerane hêjayî pesin û teqdîrê ye.
Rûdawê bi vê weşana xwe ya total dezînformasyonên neyaran pûç kir, ji çavkaniyên
xwecî, ji devên kurdên Helebê, ji beyanên berpirsên HSD´ê, PYD´ê xwendevanên
xwe, kurd ji rewşê pir baş agahdar kir. Xeberên. Mala we ava be…
Dost û dijmin, di şîn û şahiyê da, di şer û rojên giran da xuya dibin. Em
çiqasî ne li hev bin jî em yên hev in, em ferdên qewmekî ne, birayên hev in.
Di
rojên wiha giran da birayên meriv tên hawa ra meriv, dibê em viya baş
bizanibin.
Gerek kurd di rojên giran da bi vî rengî, wek Rûdaw dike herin hawara hev.
Sipas Rûdaw ji bo vê weşana we ya kurdperwer.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar