Gava min di Rûdawê da ev vîdeoya wahşeta, namerdiya îslamîstên ereban dît, wek kurdekî ne tenê di ciyê xwe da tevizîm, kezeba min perçe bû, min careke din jî fêm kir Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîka, hêzên Hevpayman çiqasî sextekar in, çiqasî durû, bêexlaq in û serokên Tirkiyê jî çiqazî merivên xedar, sadîst û neyarên miletê kurdan in.
Keçeka kurd, di apartmanekê da bi seetan li ber xwe dide, dûra tê kuştin.
Dilê wahşên îslamî bi kuştina şepala kurd rehet nabe, wek wahşan cendekê wê,
(belkî jî hîn sax bûye), ji qatê sisiyan davêjin jêr.
Serokên Yekîtiya Ewrûpiyê diçin bi serokên van celadan ra rûdinin, piştgiriyê didin wan û ji wan hêvîya îdareya dûzaneka adil, demokratîk dikin ya dîn in, ya pir cahil in, ya jî pir bêexlaq in. Celad, wahş medenî nabin, îslamîst li her dera dinyayê eynî barbar in.
Dînê wan, Îslama ereb û tirkan ev e, dilê wan, hundirê, bedena wan serapê tije kîn û nefreta li hemberî kurda ye. Ew neyarên azadiyê, demokrasiyê, wek heviyê ne. Neyarên jinan e.
Bi hêzên îslamî ra zereya însanîyetê, ûjdan, merhametê tuneye, her welatê lê bûne serdest wêran kirine, qetlîam kirine, wahşetên derî însanîyetê nîşanî dinyayê dane.
Ev dînê neyarê azadiyê, dijminê her qewmê nej i xwe, ev îdeolojiya barbar însanan ji însanîyetê derdixîne, dike hovên serê çiyan. Dibê li tu dera dinyayê hêzên îslamî neyên ser hukim. Çimkî ne merivên normal in, kannîbal in, neyarên azadiyê, demokrasiyê ne, neyarên her kesê wek wan ne barbar in.
Hovên Daîşê ne îstîsna bûn. Îslamîst hemû Daîş in, pir rehet dibin fena celadên Daîşê. Numûneya herî dawî vîdeoyên çeteyên Ehmed Şara Colanî û Tirkiyê di medyaya sosyal da belav diikin.
Serokê Tirkiyê Erdogan, Hakan Fîdan û Yaşar Guler piştgiriya van wahşan dikin.
Celadên Daîşê jî gelek vîdeyoên wiha belav kirin. Jixwe ev jî hovên Daîşê ne, tirkan tenê navê wan guhertiye. Li Helebê alên reş ên Daîşê li ba dikin û bi tekbîrên Allah û Ekber dimeşin û êsîrên kurd îşkence dikin.
Ev vîdeoya barbarên îslamî û çeteyên Tirkiyê parve kirine nîşan dide kî medenî ye, însan e, kî barbar û ji medenîyetê bêpar e.
Wek keriyekî keftaran cesedê keçeka kurd perçe dikin, bi zewqeke mezin ji qatê sisiyan davêjin û bi navê ”Allahê” xwe zafera xwe bi şiklekî hîsterîk pîroz dikin.
Baş e ku ev vîdeoya wahşeta xwe parve kirine, qenekê dinyayê bibîne merivên îslamîst çi wahşên bêemsal in.
Tarîxê jî ev barbariya wan û hevalbendên wan qeyd kir.
Ew keça kurd qehremaneka miletê xwe ye, malbata wê, hevalên wê, miletê wê bi liberxwedana wê serbilind in. Lê celadên ew bi barbarî kuştin û tirkên wezîfa vê êrîşê dan wan ewê wek merivên sûcdar, rûreş derbasî tarîxê bibin.
Canfedayîya şervanên kurd, şêr û şepalên kurd li Kobanê, li
seranserê Sûriyê û Kurdistanê bêemsal bû, di şerê li dijî Daîşê da dilsoziya
wan jidil bû.
Lê cîhanê, Hêzên Hevpeyan dîsa jî hîştin li Helebê, li taxên
Şêx Meqsûd û Eşrefiyê celadên îslamî bi hovane wan bikujin, li wahşeta celadên
Colanî û Tirkiyê temaşe kirin.
Ev ne tenê rastiyeke tarîxî ye, li eniya Hêzên Hevpeyman, Yekîtiya Ewrûpayê
lekeyek bêexlaqî ye jî. Tarîx ewê viya binivîsîne.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar