Tirkiyê û Sûriyê bi peymana di 5-6´ê mehê da li Parîsê di nabêna Sûriyê û Îsraîl da hat îmzekirin destûra êrîşa ser kurdên Helebê ji Amerîkayê girtin
Hefteya borî, di 5-6´ê vê mehê da, di bin serokatiya nûnerê
Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack da li Parîsê di nabêna nûnerên Îsraîl û wezîrê
karên derve yê Sûriyê Esed Hasan Şeybani da peymaneka ewlekariyê hat îmzekirin.
Hin madeyên peymanê eşkere ne, di medyayê da hatin belavkirin, hin jî ne eşkere
ne.
Meriv kane bibêje, bi vê peymanê Sûriyê dev ji Girên Golanê
berdaye, ew daye Îsraîl û gelek şertên Îsraîl ên din jî qebûl kiriye. Lê ev ne
eşkere ne.
Bi baweriya min Sûriyê û Tirkiyê bi vê peymana Parîsê Girên
Golanê û hin tiştên din jî dan Îsraîl. Li hemberî vê bertîlê, Amerîka û Îsraîl
jî destûra êrîşa ser kurdên Helebê dan Tirkiyê.
Yanî bi îhtîmaleke pir mezin Tirkiyê destûra êrîşa ser kurdên Helebê, ser taxên
Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi peymana Parîsê ji Amerîkayê û Îsraîl girt.
Û piştî du rojan jî çeteyên Colanî di bin fermandariya artêşa Tirkiyê da li
Helebê, li taxên Şêx Meqsûsd û Eşrefiyê dest bi qetlîama kurdan kirin.
Li gorî beyanên wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, çend caran ji Mezlûm
Abdî xwestiyê sîlehên xwe deyne, teslîm bibin, lê HSD´ê guh nedaye Evdila
Ocalan.
Heger ev îdîa rast be(bi ya min rast e), ev jî bûye sebebê
HSD perçe bibe û nikanibe hemû hêza xwe bi kar bîne.
XXX
Bi serokatiya Tirkiyê qatilên Colanî li Helebê li hemberî
kurdan wehşeta DAIŞê û El Qaîdeyê kirin dubare dikin.
Amerîka, Fransa, hêzên Hevpeyman bêdeng in, li wahşeta
çeteyên Colanî û Tirkiyê temaşe dikin. Ji serokên HSD´ê û PYd´ê jî deng
dernayê.
Şervanên kurd li dijî DAIŞê bi qehremanî şer kirin, Daîş
şikandin, cîhan ji terorîstan parastin. Îro roja herî zêde hewcedarî van
şervan, vî miletî bi alîkariyê heye, dinya, hevalên wan careke din bêbext
derketin, li kuştina wan temaşe dikin.
XXX
Çeteyên Ehmed el Şara Colanî û Tirkiyê wek wahşên Daîşê
vîdeoyên wahşeta xwe, nemirovahîya xwe belav dikin. Jin û xortên kurd ên êsîr
girtine bi ”Allah û Ekber, tekbîr, tekbîr” îşkence dikin.
Ji kurdên êsîr girtine ra dibêjin ”xenzîr, kurdê
xenzîr/beraz).”
Tirkiye li hemberî kurdan destegê dide van hovên îslamî.
Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler do got, bi
operasyona li hemberî kurdên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ew memnûn in û destegê
didin artêşa Sûriyê.
Xedariyeke, zalimeyek, neyartiyeke ji viya mezintir nabe.
Tirk eşkere li hemberî kurdên Helebê jenosîdekê organîze dikin, didin meşandin.
Ez naxwazim wan vîdeoyan belav bikim.
Di medyaya sosyal da pir in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar