11 januari 2026

Ev risim ji bo Ursula von der Leyen û António Costa û Yekîtiya Ewrûpayê rûreşiyeke tarîxî ye


Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen û serokê Konseya Ewrûpayê António Costa di 9´ê vê mehê da li paytexta Sûriyê Şamê derketin huzûra Ehmed Şara Colanîyê serokê terorîstan.

Di saetên van herdu serokên Yekîtiya Ewrûpayê bi Colanî ra sohbet, kêf û henek dikirin, soza 620 milyon euro dan Colanî, çeteyên wî li Helebê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê topbaran dikirin, xwîna kurdan diherikandin.

Roja Ursula von der Leyen û António Costa li huzûra  Colanî wek pepûkan, wek leşkerên ecemî ketibûn hazirolê, çeteyên Colanî li Helebê, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi ”Allah û Ekber, Allah û Ekber” kurd qetil dikirin, agir bi ser serên kurdên sivîl da dibarandin; termê keça kurd wek pisikeke mirarbûyî ji qata sisiya davêtin jêr û ji kêf û zewqa vê wahşeta xwe bi cuzbê diketin.

Ev rismê Ursula von der Leyen û António Costa him ji bo wan, him jî ji bo Yekîtiya Ewrûpayê rûreşiyeke mezin e, di tarîxa wan da lekeyek reş e. 

Tarîx ewê vê bêşexsîyetî, durûtî û rûreşiya wan û Yekîtiya Ewrûpayê binivîsîne.

Em kurd jî emê navê António Costa û Ursula von der Leyenê û vê rûreşî û bêşexsîyeta wan tu carî ji bîr nekin.
Roja em li Helebê bi hovane dihatin qetilkirin, 
António Costa û Ursula von der Leyenê wek dîyarî soza 620 milyon euro dan serokên celadên me. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar