12 januari 2026

Çapa 5´ê ya Hebû Tune bû derket û li ser girîngiya xemîşokê çend gotin


Çavên zarokên me, yên dê û bavên wan ronî be, çapa 5´a ya Hebû Tunebû, Antolojiya Çîrokên Zarokan derket. Di vê antoljiya bi risim, xweşik da 213 xemîşok(çîrok)hene.

Yên heta nuha ev antolojiya hêja ji zarokên xwe ra nekirîne, bira bikirin, têxin kitêbxana xwe.

Dibê ev antolojî di kitêbxana her malê da hebe, dibê her zarokê, zaroka kurd wê bixwîne, xemîşokên wê ji ber bike. Bi vê rêyê ji xemîşokên kurmancî, ji edebîyata zarokan bêpar nemîne.

Xemîşok(çîrok, fabil), di perwerdeyê da, di edebîyata zarokan da yek wasîteyên herî muhîm û bi fêde ye.

Bira zarokên we ji van xemîşokên(çîrokên, meseleyên) kurdî, fabilên dinyayê yên bi nav û deng bêpar nemînin. Bira zarok zimanên xwe bi pêş xînin, asoya wan, kultura wan, hêza wan a edebî, xeyalî zêde û berfirehtir bibe.

Li ser girîngîya çîrokan çend gotin

Çîrok ji bo zarokan pir muhîm in. Çimkî bi rêya heywanên xwedîyên xisletên, xusûsîyetên însanan, zarok dersên exlaqî digrin, gelşên jiyanê fêr dibin.
Ev yek jî bi zarokan ra fantaziyê, hêza xeyalî, empatiyê bi pêş dixîne, wan teşwîqî berpirsiyariyê, fikra dostiyê, hevaltiyê dike.

Xemîşok(çîrok) çima muhîm in û çi didin zarokan?

Tesîra exlaqî
Çîrok di heqê rast û ne rast da, baş û xerab da, di warê exlaqî da mesajên net dide zarokan.
Mesele, ne yê tembel, yê bi ezm, bi îstîkrar qezenc dike.
Empatî û fantazî
Bi xwendina çîrokan, zarok xwe dixin dewsa heywanên di çîrokan da û bi vê rêyê li hemberî serpêhatiyên însanên din bi wan ra empatî, kamilî, maqûlî bi pêş dikeve.

Pêşketina zimên:

Çîrok, zimanê zarokan bi pêş dixîne, xezîneya wan a gotinan zengîn dike, qabîlîyeta guhdarîkirinê, çîrokbêjiyê bi wan ra xurt dike.
Xuliqandin û hêza xeyalî
Çîrok, hebûna cîhana heywanan ya wek a însan bi zarokan dide naskirin.

Xurtkirina baweriya bi xwe

Çîrok ji zarokan ra li ser cesaretê, çavbirçîtîyê, mêranîyê, newêrekîyê, dilpakîyê, rastgoyiyê, hîlebazîyê, fêlbaziyê, îxanetê û temayên wek van qadeke baş amade dike.

Dersên zarok ji çîrokan digrin:

-Çîroka korgî(kîroşkê) û kûsî:
-Dibê meriv xwe zêde mezin û yê hemberî xwe biçûk nebîne û her wisa muhîmiya ezmê fêrî zarokan dike.

 Çîroka rûvî û dîk:
- Dibê meriv xwe zêde baqil û yê hemberî xwe jî kêmaqil û nezan nebîne.

Bi kinî çîrok, bi kêfê ra dersên muhîm jî fêrî zarokan dike.
Yanî çîrok ji bo pêşketina zarokan, ji bo dewlemendiya zimanê wan, ji bo pêşketina xeyala wan wasîteyeke perwerdê ya gelekmî muhîm e.
Lema jî dibê meriv ji biçûkatiyê da ji zarokên xwe ra çîrokan bixwîne, wan fêrî xwendina çîrokan, kitêban bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar