Li Helebê me mewzîyeke muhîm ji dest da, ev rast e. Em pê diêşin, kezeba me dişewite.
Lê Heleb, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne dera têkçûna me ya ebedî ye, ne dawiya liberxwedana me ye.
Gelek trajediyên wiha hatine serê me, me gelek ketinên wiha dîtine, lê em tim hîn xurttir rabûne ser xwe û me micadelaya xwe domandiye.
Çawa ku têkçûna Şêx Ubeydulah, ya Bedirxaniyan, ya Şêx Seîd, ya Agiriyê, ya
Dêrsimê û ya Mele Mistefa Barzanî nebû daya liberxwedana me, em xurttir û
mezintir kirin, trajediya Helebê jî ewê eynî tiştî bike.
Di şeran da meriv carna mewzîyan ji dest dide û digire, paş da vedikişe û pêş
da dihere. Ev normal e.
Di tarîxê da gelek trajediyên ji yên Helebê mezintir hatine serê me, em gelek
caran di şer da şikiyane.
Lê em tu carî neqediyane û me tu carî dev ji doza serxwebûna xwe bernedaye.
Her ku hêzên dagirker zulmê li me kirine, hovîtiyên wek yên li Agiriyê, li
Dêrsimê, li Helebçeyê, li Şengalê, li Kobanê kirine, em xurttir û mezintir
bûne.
Trajediya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dibê me bêhêvî neke, vê êrîşa dijminên
namerd li her çar perçên Kurdistanê û cîhanê kurd anîn ba hev, bi hev ra
rakirin pêdarê, dilên wan gîhand hev.
Ji têkçûna Helebê dibê em gelek dersên nuh bigirin, kêmasî û şaşiyên xwe
destnîşan bikin û bi îrade û biryaradayiyeke hîn mezintir, hîn xurttir micadela
xwe bidomînin.
Li her çar perçên Kurdistanê di warê eskerî, siyasî, gelêrî da em pir xurt in,
li dinyayê dostên me, hevalên me ji yên dijminên me pirtir in. Her kes,
dewletên herî mezin hesabê me dikin, bi me ra rûdinin, birr û bazarê dikin.
Ev xurtiya dijminên me bêtir ditirsîne û bêtir êrîşkar dike.
Ew çi bikin, çi hovîtiyê, çi qetlîamê bikin jî ewê nikanibin rê li ber çêbûna
Kurdistana serbixwe bigirin.
Bi van hovîtiyên xwe belkî kanibin serxwebûna me çend salan dereng bixînin, lê
ew xwe bidirînin jî ewê dewleta kurdan, Kurdistana serbixwe bi çavên xwe bibînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar