Li Kurdistana Rojava û li Îranê hewqas tişt di eynî wextê da li ser hev diqewimin, meriv pê ra nagihîne taqîb bike.
Tiştê xuya ye piştî qetlîama Helebê tirkan biryar dane bi çeteyên xwe yên ereb ra êrîşeke berfireh bibe ser Kurdistana Rojava.
Bela xwe ji me venakin, çimkî çavên wan me dibirre. Heger em jî wek Îsraîl xurt bûna, xwedî dewlet bûna nikanîbûn vê zulmê, çavsoriyê li me bikin.
Eşkere dibêjin gerek hûn kurd li tu
beşekî Kurdistanê ji bindestiyê xelas nebin, nebin xwedî dewlet. Ji bo wê jî li
Sûriyê me rehet nahêlin.
Serketina Helebê ew çavsorî kirin.
Derdê tirkan ne bi PKK´ê, HSD´ê, PYD´ê ra ye. Ew neyarên azadiya kurdan û
Kurdistanê ne. Kîjan kurd doza kurd û Kurdistanê bike tirk dixwazin ji ortê
rakin. Û viya dikin jî.
Tiştê li Kurdistana Başûr, di dema referandûma serxwebûnê da anîn serê kurdan
me ji bîr nekiriye. Ne ew bûna kurdan serxwebûna xwe îlan dikirin. Tirkan
nehîşt.
Li Kurdistana Rojava jî eynî tiştî dikin. Lê vê carê dixwazin Kurdistana Rojava bi tevayî dagir bikin, seranserê Kurdistanê bikin Efrîn û Serêkaniyê. Yanî demografiya Kurdistanê ji kok da biguherînin. Ewê bikanibin, nikanibin hîn ne diyar e. Ev girêdayî şêla Amerîkayê ye.
Amerîka û Fransa li êrîşan temaşe dikin. Heger Amerîka û Fransa bihêlin tirkê
êrîş bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar