Xwuşk û birayên ezîz, qetlîma Helebê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî nîşanî me hemû kurdan da, heta dewleteke me kurdan jî tunebe qetlîamên wiha ewê tim werin serê me, li tu dera dinyayê tirk û ereb û faris ewê me rehet nehêlin.
Miletê dewleta wî tunebe mahkûmî komkujiyê, mahciriyê, perîşaniyê û jenosîdê ye.
Yahûdiyan ev rastî piştî du hezar sal fêm kirin û dewleta xwe ava kirin.
Di pêşengiya Theodor Herzl da sala 1897´a li Swîsrê, li bajarê Baselê kongreya
cihûyan çêkirin û di vê kongrê da biryar dan li erdê bav û kalên xwe dewletekê
ava bikin.
Theodor Herzl di kongreyê da ji yahûdiyan ra got, ya emê wek
her miletî bin, ya jî her miletê wek me be.
Yanî her milet jî weka cihûyan ewê bêdewlet be, dewleta tu miletî ewê tunebe.
Dûra jî bersîva vê pirsa xwe da, got, em nikanin her kesî bikin wek xwe, em
nikanin dewletan ji ortê rakin. Ev ne mimkûn e.
Ji bo wê jî çare, dibê em wek miletên din bibin xwedî dewleteke netewî.
Û 51 sal piştî Kongreya Baselê, di sala 1948´a da mêrikan dewleta xwe ava kirin
û ji qetlîaman, ji mahciriyê xelas bûn.
Piraniya me kurdan bi tevayî wek cihûyan(yahûdiyan) hîn ev rastî fêm nekiriye.
Ji bo wê jî pêşiyên me bi piranî ji dêl çêkirina dewletekê, tim li riyên din
gerîyane, xwestine bi ereb, faris û tirkan ra bijîn.
Serokên me jî nuha eynî şaşiyê dikin, ew jî ji dêlî ku eşkere daxwaza serxwebûnê,
dewleteke kurdî bikin, bibêjin ev heqê me ye, çareya rast ev e, dixwazin bi ereb, faris û tirkan ra
bijîn. Tim vê daxwazê didin pêş.
Ev şaşiyeke mezin e, dibê serokên kurdan dev ji vê siyaseta şaş berdin. Sed sal
e em vê şaşiya xwe dubare dikin, li her çar perçên Kurdistanê diceribînin.
Netîceya wê jî tim qetlîam û perîşanî û koçberî ye.
Dibê her kurd, ji kurdê welatperwer bigire, hata bi kurdê herî pîs, cahş,
hevalê dewletê, giş baş bizanibin, heta em nebin xwedî dewlet, rehetî ewê ji me
kesî ra tunebe, qetlîamên Helebçeyê, Şengalê, Helebê, Sûrê, Şirnexê, Cizîrê ewê
tim werin serê me.
Mehmet Metîner, Orhan Mîroglu, Huseyîn Çelîk û bi hezaran kurd bûn hevalên dewletê,
bûn parlamenter, bûn wezîrên AKP´ê, lê dîsa jî ji şik û xezeba tirkan xelas nebûn,
dîsa jî bilindî merteba tirkan nebûn, tim bi çavên xayinan li wan nêrîn.
Nuha tirk ji van kurdan ra dibêjin, ”kurdên, kurdperwerên kirîpto”.
Yanî ew di nava tirkan da kurdên, kurdistanxwazên bi maske ne.
Kurdên ne havalên dewletê kurdên ”bolucî/serxwebûnxwaz”, terorîst bûn, nuha ”kurdên
krîpto” lê navên kurdan zêde kirine.
Yanî hevaltiya dewletê, parlamentî, wezîrtî jî we xelas nake, kurdên welatparêz
”bolucî, terorîst” in, hûn ”terorîstên krîpto”, yên veşartî ne. Ferqa me û we tenê
ev e.
Hevaltiya dewletê, neparastina dewleteke kurdî, dijminatiya
PKK´ê, HSD´ê, YPG´ê we xelas nake, we nake hezkirî û berdilkê tirkan. Heta hûn
feydeyê bigihînin wan, heta hewcedariya wan bi we hebe, ewê li husuyên we siwar
nebin. Lê roja hûn gotineke ne li gorî dilê wan bikin, hûnê bibin ”terorîstên
krîpto” !
Û va ye gelek tirk ji Mehmet Metîner, Orhan Mîroglu, Huseyîn Çelîk ra dibêjin ”boluciyên
krîpto”!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar