13 januari 2026

Amerîkayê destûra êrîşê daye Tirkiyê

PKK´ê gotiye êrîşa ser Helebê, ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Amerîka û dewletên din ve hatiye qebûlkirin.

Bi baweriya min rast e, min ev yek roja ewilî got, heger destûra Amerîkayê, Fransayê tunebûya tirkan nikanîbûn ev êrîş bibirana ser kurdan.
Wer xuya dike, destûr ne ji bo Helebê tenê dane, ji bo tevahiya Kurdistana Rojava dane Tirkiyê. Yanî gotine, hûn kanin vê çelê zivistanê dest bi qetlîama kurdên Rojava bikin.

Amerîka, Fransa, Almanya, Îngiltere, Yekîtiya Ewrûpayê, hûn giş bêbext û namerd in. 

Bi we ra ne exlaq heye, ne jî merdî. Ji bona çend qurişên pîs tiştê hûn nefroşin tuneye. 

Dijayetiya we ya li hemberî terorîstên îslamî jî vir e, gava we bertîl dikin, hûn diçin ber nigên wan, dibin xulam û pêlîstokên wan. 

Hûn wan dikin serokên dewletê û wan xelat dikin.
Bêbextiya we bi kurdan ra ev ne cara pêşî ye, berê jî we çend caran kiriye, we çend caran kurd mecbûrî bindestiyê kirin.

XXX

Ev çete û terorîstên ozbek leşkerên Sûriyê ne

Tirkiye çekdarên El Qaîdeyê, bi taybetî Ozbek û Tirkmenistanî ji anîne Sûriyê, wan wekî hêzên artêşa Sûriyê nîşan didin. Haziriya şerekî li dijî kurdan dikin.

Meaşê wan jî ewê ji 5.8 milyar euroyê Yekîtiya Ewrûpayê daye Sûriyê were dayîn.

Yanî fanînsoriya van çeteyên îslamîyên celadên kurdan Yekîtiya Ewrûpayê dike. Organîzator jî Tirkiye ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar