13 januari 2026

Sûriye ne bes e, tirk bûne notirvan û şûrkêşên Îranê jî

Serokê partiya MHP´ê Devlet Bahçeliyê kûreya derewan, xedarê xedaran, ji exlaq şuştî li ser êrîşa ser kurdên Helebê gotiye:

”Şikir ji Xwedê ra artêşa Sûriyê bi sebir sivîl bi temamî tehliye kirin û dest neda mûyê serê sivîlekî jî. Ti kes, bi taybetî jî DEM Partî nikane bêje li Helebê êrişî birayên me yên kurd hatiye kirin û xwîna wan rijandin. Xwîna birayên me yên kurd xwîna me ye, êşa wan êşa me ye."(!!!)
Însan çawa kane hewqasî virek, hewqasê xedar û bêeqlab be ez fêm nakim !

Pênc rojan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dan ber topan, herdu tax jî wêran kirin. Çeteyên wî yên ozbet û ereb bi xwe bi dehan vîdeoyên îşkenceya li sivîlan dikin belav kirin. 

300-400 sivîl êsîr girtine, kes nizane sax in, yan hatine kuştin. Mîtomanê psîkopat hîn jî dibêje, ”artêşa Sûriyê dest nedaye mûyê serê kesî”(!)

Tu artêş martêşa Sûriyê tune ye, çend hezar çeteyên ereb, ozbek û kafkasî ne. Gişî girêdayî ordiya we ne, qumandarên wan tirk in.

Çeteyên ereb, ozbek û kafkasî kurdên Rojava gişan jî qir bikin dilê Bahçelîyê xedar, mîtoman rehet nabe, ewê bibêje, hela li bin kavilan baş bigerin, di bin wan da zarokekî sax nemaye! Heger mabe wî jî bikujin…
Lê ne Bahçelî tenê  wiha ye, Erdogan jî, Hakan Fîdan jî, Yaşar Guler jî, her berpirsiyarê hukûmeta AKP´ê û dewletê Baçelî ye, gişk xedarên ji hev xerabtir in, gişk dixwaze li dinyayê kurdek nemîne.

Heger hukûmeta AKP´ê ji bo jenosîda kurdan referandûmekê çêke, bi baweriya herî kêm ji sedî 98-99´ê tirkan ewê raya ”ERÊ” bidin jenosîda kurdan.

Tirk hewqasî neyarên qewmê me ne, piştî Îraq û Sûriyê, bûne bekçî û notirvanên Îranê jî, dibêjin gerek Îran jî perçe nebeb. Yanî kurd li Îran jî azad nebin.

Bahçelî li dijî serîhildana miletê Îranê derketiye, dîktatoriya meleyan parastiye, gotiye,” Yekpareyiya axê Îranê ji bo Tirkiyê mijara man û nemanê ye."

Yanî ketina meleyên devbixwîn jî ”ji bo Bahçelî û tirkan”mirin e”, nemana Tirkiyê ye.
Heger rejîma meleyên qatil bikeve, bi miletên din ra kurd jî ewê azad bibin.
Ji bo ku kurd azad nebin, Bahçelî, Erdogan û dewleta wan li dijî azadiya azeriyan e jî.

Piştgiriyê didin çend hezar tirkên Qibrisê, ji bo wan Qibrisê dagir dikin, lê li dijî serxwebûna 25 miljon azerî ne, ji bo wan serxwebûnê, veqetandina ji Îranê naxwazin. Ji bo ku kurd azad nebin.

Yanî dijminatya tirkan a li hemberî kurdan hewqasî kûr û mezin e.
Hedefa wan li tu beşekî Kurdistanê kurd azad nebin, tim bindest bimînin heta ku diqedin.

Ji ber vê jî, heta ku em zora tirkan nebin, li tu beşekî Kurdistanê xelasiya me kurdan tuneye.

Ji bo ku li beşekî din ê Kurdistanê kurd azad bibin, dibê ya em û tirk li hev bikin, ya jî Tirkiye nemîne. Heta ku Tirkiye bi vî halê xwe yê nuha hebe em kurd nikanin li tu beşê Kurdistanê ji bindestiyê rizgar bibin, bibin xwedî dewlet.
Ya tirkê me biqedînin, ya jî dibê em zora wan bibin û dewleta xwe ava bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar